Çalakvanên Fîloya Sumudê: Em li vir in heta ku sefê xwe zelal bikin

Çalakvanên Fîloya Sumudê: Em li vir in heta ku sefê xwe zelal bikin

Aktîvîstên ji Tirkîyeyê beşdarî Fîloya Sumudê bûn diyar kirin ku armanca wan a ewil şikandina dorpêça li ser Xezzeyê ye û bal kişandin ku ew bi biryar in ku bigihîjin armanca xwe.

Gelek çalakvanên ji Tirkîyeyê, di nav wan de nivîskar, rêberên raya giştî, rojnamevan, akademîsyen û hunermend hene, û her weha gelek welatên cîhanê jî ji bo şikandina dorpêça Xezzeyê beşdarî Fîloya Sumudê bûn.

Mele Mehmet Ozer, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Alim û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA), ku beşdarî Fîloya Sumudê bû, bal kişand ku ev ê ku hemû nijad û rengan li hev dicivîne, dijberiya wan a li dijî zilmê ye û divê dewlet jî vê keştiyê biparêzin.

Mele Ozer weha got:

“Bi rastî ji alîyê cîhanê ve însanan li vê derê amade bûne. Yên ku Misilman in, yên ku xristîyan in, yên ku rengê wan û fikrên wan cuda ne hemî li vê derê kom bûne. Armanc û xayeya wan ev tenê ye ku ev Fîloya Keştîyê bighêje Xezzeyê û ji Xezzeyê re alîkarîyê bighêjîne. Û armanc ev e ku ew dorpêça ku ji teref sîyonîstan ve li ser Xezzeyê tê kirin were şikandin. Ez di wê bawerîyê de me, dewletên alema cîhanê xweyîtîyê li Xezzeyê nakin. Tenê bi ziman xeber didin. Niha van însanên ku li vê derê civîyane welatîyekî dewletekî ne. Temamê wan sîvîl in, çekê wan tine, qeweta wan tine, bi tenê nefsa xwe ketêne vê rê. Van însanan samîmîne, bi îzna Xwedê ew ê ev samîmîyeta wan jî biserbikeve. Ew ê ev keştî bighêje Xezzeyê û bi vê şeklê alîkarî bighêje Xezzeyê.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.