Camî-Der ji Silopiyên mexdûr re alîkarî belav kir

Camî-Der ji Silopiyên mexdûr re alîkarî belav kir

Li navçeya Silopiya Şernexê xelk ji ber pevçûnan mexdûr bû, Camî-Der ji xelkê ku ji ber pevçûnan mexdûr bûbû re alîkariyên cûrbecûr kir.

TIRek alîkariya ku ji teref sazîyên civatî yên siwîl ên Rihayê ve ji Silopê re hatine şandin ji teref Camî-Dera Îpekyoluyê ve  ji xelkê ku mexdûr bûbû re hat belavkirin.

 Her weke ku tê zanîn li navçeya Silopiya Şernexê di 14ê kanûna 2015an de derketina derve hatibû qedexekirin û ev qedexe 19 Çileya 2016an de hatibû rakirin.Piştî rakirina qedexê hat dîtin gelek mal zirar dîtine. Ji ber mexdûrbûnê TIRek alîkariya ku ji teref sazîyên civatî yên siwîl ên Rihayê ve ji Silopiyê re hatine şandin ji teref Camî-Dera Îpekyoluyê ve  ji xelkê ku mexdûr bûbû re hat belavkirin.

Rayedarên Camî-Dera Îpekyoluyê bi xebateke ku kirin malbatên ku ji ber qedexe û pevçûnan zirar dîtine û mexdûr bûne tesbît kirin û alîkariya ku ji wan re hatibû ji xelkê  mexdûr re belav kirin.

Serokê Camî-Dera Îpekyoluyê Ridvan Tatar  di derbarê  xebatên alîkariyê yên ku hatine kirin de diyar kir ew heta niha wan alîkariyên ku ji wan re hatine şandin ji nêzî 100 malbatî re belav kirine.

Tatar di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew bi kirina van alîkariyan xelk ji wan re duayên  xêrê kirine û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em ji rayedarên Platforma Alîkariya Însanî  re teşekur dikin.”(ÎLKHA)

 

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.