Çeteyên Cihûyî li bakurrojhilata Qudsê erdên çandinî şewitandin
Çeteyên Cihûyî li bajaroka Sa’ir a Şerîaya Rojavayê, bi dehan donim erd, baxçeyên zeytûnan û rezan şewitandin.
Hat îfadekirin ku çeteyên Cihûyî di şeva duşemê de, erdan şewitandin.
Zîyad Şellalde ku li herêmê dijî, got ku çeteyên cihûyî ku ji “Asfar”ê hatine, ketin Gelîyê Sa’ir û bi dehan donim erdên çandinî, darên zeytûn û biîvan û rezan şewitandin. Hat destnîşankirin erdên ku hatine şewitandin aîdê malbatên Şellalde, Turuve û yên dinê ne.
Gelê Sa’irê, bal kişandin ku çeteyên Cihûyîyan, bi van tiştên xwe dixwazin ku gelê herêmê bi zorê ji axên wan derxînin. Hat îfadekirin ku van çeteyên berê jî ji herêmên “Asfar” û “Kudofim”ê hatine û êrîşên ewakî pêk anîtine, bi tevî êrîşan heywanên Filistînîyan jî dizîne.
Çeteyên Cihûyî û artêşa rejima sîyonîst, li Şerîaya Rojava û Qudsa îşxalkirî, bi tevî herba xwe ya qirkirinê ku li Xezzeyê pêk têne li Qudsê jî van tiştan dike. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.