Çeteyên Hîndû melayekî qetil kirin

Çeteyên Hîndû melayekî qetil kirin

Li Hîndistanê çeteyên Hîndû, li wîlayeta Haryanayê mizgeftekî qûndax kirin û melayekî 19 salî şehîd kirin.Li Hîndistanê çeteyên Hîndû, li wîlayeta Haryanayê mizgeftekî qûndax kirin û melayekî 19 salî şehîd kirin.

Li Hîndistanê êrîşên çeteyên ku ji teref BJPyê neyarê Îslamê û nîjadperestê ku îqtîdare ve tên piştgirîkirin a li dijî Misilmanan didome.

Çavkanîyên mehellî îfade kirin çetenên ku ji 50 û 60 kesan pêk tênê di roja Sêşemê de di seatên serê sibehê de êrîşê mescîdî Encumen Cuma ya ku li bajara Gurugrama wîlayeta Haryanayê ye kirin.

Çeteyên hîndû yên ku agir berê mizgeftê dan melayê bi navê Mevlana Saadê 19 salî qetil kirin, hat diyarkirin hinek kesên ji cemaeta mizgeftê jî birîndar bûn.

Çeteyên ku girêdayê BJPyê ne demekîye ji bona ku nimêja Înê neyê kirin protestoyan dikirin.

Mescîda Encumen Cuma û melayê mizgeftê jî di van protestoyan de hatibûn hedefgirtin.

BJP yê îqtîdara nîjadperest û neyarên Îslamê, mesûlên mezin ê qetlîamên li dijî Misilmanan tên nîşandan.

Serokwezîrê welatê Modî û hikumeta wî, alîkarbûna ji sûcên li dijî Misilmanan tê kirin re û necezakirina van sûcan tên sûcdarkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.