Cîgirê Serokê Şaxa Amedê yê Eğitim-Bir-Senê Recep Güneş: Di dersên bijarte de divê daxwaza gel esas be

Cîgirê Serokê Şaxa Amedê yê Eğitim-Bir-Senê Recep Güneş: Di dersên bijarte de divê daxwaza gel esas be

Cîgirê Serokê Şaxa Amedê yê Eğitim-Bir-Senê Recep Güneş destnîşan kir ku ji bo dersên ku dê di sala perwerdehiyê ya 2026-2027an de werin hilbijartin, dê û bav bi awayekî têrker nehatine agahdarkirin; Güneş bang kir ku bila dersên dînî û dersên bijarte yên

Cîgirê Serokê Şaxa Amedê yê Eğitim-Bir-Senê Recep Güneş, derbarê pêvajoya hilbijartina dersên bijarte de ku di 15ê Rêbendana 2026an de dest pê kiribû û dê di 6ê Sibata 2026an de bi dawî bibe, daxuyaniyên girîng da. Güneş bal kişand ser girîngiya dersên bijarte ya ji bo xwendekar û civakê û diyar kir ku divê dê û bav (welî) û rêveberên dibistanan di vê pêvajoyê de hîstiyar bin.

Güneş destnîşan kir ku di pêvajoya hilbijartina dersan de bi taybetî dersên dînî û dersên zimanê dayikê bi qasî ku pêwîst e nayên fêmkirin û got ku di warê agahdarkirina weliyan de kêmasî hene. Güneş diyar kir ku di vê mijarê de berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê rêveberên dibistanan û dê û bavan û bal kişand ser girîngiya hevdîtina xwendekaran bi nasname û nirxên wan re.

'Armanca Me 100 Hezar Xwendekar in'

Güneş behsa girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê kir û diyar kir ku divê dersên Siyera Pêxember, Agahiyên Dînî yên Bingehîn, Kurmancî û Zazakî teqez werin hilbijartin. Güneş bang li weliyan kir ku ji bo van dersan formên daxwazê ji îdareyên dibistanan werbigirin.

Güneş wiha axivî: 'Yek ji mijarên ku em girîngiyê didinê, bi mottiye "Ez Dîn û Zimanê Xwe Hîn Dibim" me ji sala 2012an û vir ve xebatên xwe lezandine. Armanca li vir parastin û zêdekirina nirxên manewî yên civakê yên windabûyî ye. Zimanê ku ji bo Kurdan hêmana herî girîng a nasnameyê ye, divê di pergalê de wisa cih bigire ku di nava civakê de baştir were hînkirin. Di sala 2012an de 20 hezar serlêdanên me hebûn. Bi xebatên ku me ligel saziyên civakî û partiyên siyasî meşandin, hejmara xwendekarên ku dersên "Ez Dîn û Zimanê Xwe Hilbijêrim" hildigirin gihîştiye 60 hezarî. Armanca me ev e ku em îsal vê hejmarê derxînin 100 hezarî.

Di dersên bijarte de divê daxwaza gel esas were girtin"

Güneş anî ziman ku wan hinek agahî hildane ku hinek rêveberên dibistanan 'normên mamosteyan' dikin hincet û destwerdanê li tercîhan dikin. Güneş wiha got: 'Banga me ji bo hemû welî û civakê ev e ku girîngiyê bidin vê mijarê û hîstiyar bin. Têkildarî mottoya "Ez Dîn û Zimanê Xwe Hîn Dibim", wekî her sal me li gelek derên bajêr pankart û afîşên agahdarkirinê daliqandin. Me panel li dar xistin û agahî dan gel. Banga me ji bo rêveberên dibistanan ev e: Divê hûn li gorî daxwaza gel û mottoya me hîstiyar bin. Li gorî duyumên me, hinek rêveber normên mamosteyan dikin hincet û bi vî awayî tevdigerin. Em di vê mijarê de rêveberên dibistanan hişyar dikin. Em daxwaz dikin ku li gorî daxwazên gelî gav werin avêtin.'

"Di branşên Kurmancî û Zazakî de 847 mamoste li benda tayînê ne"

Güneş behsa tayînkirina mamosteyan jî kir û diyar kir ku di branşên Kurmancî û Zazakî de 847 mamosteyên ku lîsans qedandine li benda tayînê ne.

Güneş diyar kir ku ji ber fikarên pêşerojê nêzî 40 mamoste ji van branşan veqetiyane û wekî dawî wiha got:

'Her sal banga me ji bo Wezareta Perwerdehiyê heye. Wezaret têkildarî vê banga me hinek gavan dihavêje lê em vê yekê têrker nabînin. Em her sal tînin ziman ku ev dema hilbijartinê kêm û ne bes e. Em dixwazin ev dem hinekî din were dirêjkirin. Em daxwaza xwe ya li ber Wezaretê nû dikin ku ev dem ne 1-2 hefte, bila bibe 1-2 meh. Daxwaza me ji gelê me jî ev e; bila herin ji rêveberên dibistanan formên daxwaza dersên bijarte werbigirin. Di beşên ku em bi mottoya "Ez Dîn û Zimanê Xwe Hîn Dibim" li ser disekinin de; bila dersên Jiyana Pêxemberê Me, Siyera Nebî, Agahiyên Dînî yên Bingehîn û zimanên Kurmancî û Zazakî ji bo xwe wekî esas bigirin. Îsal înşallah me lez da xebatên xwe. Armanca me ev e ku 100 hezar xwendekar di vê mijarê de tercîhên xwe bikin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.