Cîhad: Êdî mijara îxrackirina petrola Kurdistanê di destê Tirkiyê de ye

Cîhad: Êdî mijara îxrackirina petrola Kurdistanê di destê Tirkiyê de ye

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Asim Cîhad daxuyand, “Êdî mijara îxrackirina petrola Kurdistanê ne girêdayî herdu hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ye, niha qerar di destê Tirkiyê de ye.”

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Asim Cîhad ragihand, êdî mijara îxrackirina petrola kurdistanê ne girêdayî herdu hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ye, niha qerar di destê Tirkiyê de ye.

Asim Cîhad di daxuyanîya ku da de destnîşan kir divê meseleya îxrackirina nefta Herêma Kurdistanê bê çarekirin û dûre weha got:

“Meseleya îxrackirina petrola Kurdistanê êdî ne girêdayî Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ye. Ev mesele niha di destê Tirkiyê de ye. Divê ew rê ji bo îxrackirina petrola Herêma Kurdistanê bide. Ger ew derî vebe dê hemû pirsgirêk çareser bibin.”

Di 23yê tebaxa borî Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Abdulxanî li Enqereyê bi Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar re hevdîtin kir.

Di hevdîtina ku hat kirin de her du aliyan di daxuyaniyeke hevbeş de weha gotin: “Piştî kontrolkirin û başkirina beşek ji boriya petrolê ya Iraq-Tirkiye ku piştî erdheja 6ê Sibata 2023an zirar dîtibû, giring e di zûtirîn dem de hinartina petrolê ji nû ve were destpêkirin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.