Çîn meydan li Emerîkayê xwend: Emê heta dawî biçin

Çîn meydan li Emerîkayê xwend: Emê heta dawî biçin

Çîn ragihand ku ewê li dijî tehdîda Trump a tarîfeya baca gumrikê ya sedî 50 bisekinin û ji bo parastina heqê xwe wê tedbîran bigire.

Çîn ragihand ku ewê li dijî tehdîda Trump a tarîfeya baca gumrikê ya sedî 50 serî natewînin.

Lîn Cîenê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê di civîna li Pekînê de got, Emerîka bi tarîfeyên kêfî qanûnên tîcareta kûrewî îxlal dike û zirar dide ekonomîya dinyayê.

Lîn diyar kir polîtîkayên parastinê yên Emerîkayê ne rêyeke filitandinê ye, wê Çîn ji bo heq û mafên xwe biparêze tedbîran bigire.

Lîn got, “Bi zext, tehdîd û şantajan agirbest nabe. Çîn wê li dijî israrên tarîfeyên Emerîkayê wê heta dawî biçe.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.