
Ciwanê 15 salî yê ku li topê krîza dil derbas kiribû canê xwe ji dest da
Li navçeya Mehserta Mêrdînê ciwanek dema li sehayê maça fitbolê dilîst, krîza dil derbas kir, ciwanê ku ji nexweşxaneyê re hat rakirin digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.
Bûyer, doh êvarê li Stada Taxa Omerlîyê pêk hat.
Ahmet Ozer (15) dema ku maça futbolê dilîst ji nişka ve ket erdê.
Piştî ku hevalên wî xeberê şandin, ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristîyê hatin sewqkirin.
Piştî mudaxeleya ewil a ekîbên tenduristiyê Ozer, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Omerliyê re hat rakirin.
Hat diyarkirin ku Ahmet Ozerê ku dilê wî rawestiyaye bi midaxaleyê dîsa dest dilê wî şixulîye.
Ozerê ku ji Nexweşxaneya Dewletê ya Omerliyê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê hatibû kirin, tevî midexeleya doxtoran canê xwe ji dest da.
Cenazeyê Ozer ji bo otopsiyê ji morga nexweşxaneyê re rakirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.