Cotkarên Çinarê: Berhemên me zuha bûne
Li navçeya me Çinarê dema ku ji ber barana têr nedibar zuha dibûn, cotkaran ji pêkanînên Elektrîka Dîcleyê û her wiha lêçûna zêde gazincan kirin.
Îsal li hemberî ziwabûna li navçeya me Çinarê, hêviyên cotkaran û xebatên wan gihaşt asta tinebûnê. Cotkaran bal kişandin ser heyama dijwar a ku ji ber barana kêm zihayî çêbûye û diyar kirin ku ji ber hin pêkanînên şîrketa elektrîkê mexdûr bûne û nikarin çalakiya xwe bimeşînin.
Hin cotkaran îdia kirin ku Elektrîka Dîcleyê tevî ku bîreke avê tuneye jî ceza li wan birî û ji ber deynê cîranê xwe nikarin ji desteka wezaretê sûd werbigirin, hin cotkaran jî îdia kirin ku ji ber qutbûna ceyranê nikarin av bidin û nikarin tu xizmetê bistînin.
"Îmkanê me tune ku em av bidin, yên ku derfetên wan hene jî nikarin av bidin."
Welatiyê gundê Barê ya navçeya Çinarê Şeyhmus Kaya jî wiha got: "Ji ber ku zivistanê ji ber berfê û di payîz û biharê de baran nabare em di demeke ziwatiyê de ne. Tevî ku me wek cotkar li ser zeviyên xwe hemû xebatên wek dermankirin û zibil kirin jî, lê rewşa cotkaran ev e ku rewşa wan gelekî xerab e. Ji ber ziwatiyê pirsgirêka me heye, bila dewlet ji van pirsgirêkên ceyranê re çareyekê bibîne, lê tevî ku mexdûriyeta me dîtiye, ji bo mexdûrên me jî di rewşeke xerab de ne tu çare nehatîye dîtin.
Kaya got, "Ka, genim, pere tune. Em ê îsal nikaribin ti berhemê bi dest bixin. Tovê genimê ku me çandibû jî ji berîka me hat xerckirin. Em dixwazin hikûmet di çarçoveya derfetên xwe de destê xwe bigihîne me. Em daxwaz dikin ku destekê bidin cotkar û yên heyvan xwedîdikin. Îmkanên me nînin, ku em avdanîyan bikin. Ji ber qutkirina ceyranê her tim dînemo dişewitin. Bi qasî 1-2 milyon TL deynê hemû cotkaran daniye.
"Wan fatureya elektrîkê ya cîranê min danî ne ser min"
Kaya, anî ziman ku der barê Elektrîkê ya Dîcleyê de jî îdiayên giran kirin û got, "Elektrîka Dîcleyê tevî ku bîreke min tune be jî deyn ji min re nivîsand. Deynên ceyranê yên cîranê min li min bar kirin. Ji ber vê yekê ez nikarim pereyên xwe yên piştgiriyê li hundir werbigirim. Tevî ku min gelek caran serî li Elektrîkê daye jî, jimire dibeje bera cîrane te pere te bide te.
Kaya got, "Zeviyên me yên li vir bi giştî bê av in, pirsgirêkên wan ên ku zeviyên xwe av didin jî bi Elektrîka Dîcleyê naqede. Em di tariyê de man û zeviyên me bê av man."
Abdurrahman Bîldircîn, anî ziman ku ji ber barana têr nebarî nêzî 30 donim zeviyên çandiniyê zuha bûne û zehmetiyên ku hatine kişandin bi van gotinan anî ziman.
"Îsal rewşa me nebaş e. Ziwabûnê me wêran kir. Elektrîka Dîcleyê ceyran nade me. Me zeviyên avdanî kirin. Em dibêjin bi kêmanî emê wan zeviyan ji ziwabûnê rizgar bikin, lê vê carê kêmasiya ceyranê dest pê dike. Ger Elektrîka Dîcleyê ceyrana me qut neke, em dikarin kêmzêde kêm bikin. Bihayê gubreyê di navbera 15-20 TL de ye 1 milyon TL. Buhayê sotemenî û derman gelek zêde ye. Em li ber windahiyeke mezin in. Rewşa cotkaran pir xerab e. Zeviya min a çandiniyê bi qasî 30 donim zuwa bûye. Ez êdî tiştekî ji wî hêvî nakim. Zeviyek min a avdanî heye lê dixuye ku ji ber qutbûna ceyranê dê hişk bibe. Nêzî 1 milyon TL mesrefa min heye."
"Piştgiriyên ku dewletê dabûn me hatin desteserkirin"
Mehmet Kaya ku wek cotkarên din ji ziwabûn û qutbûna ceyranê gazinan dike û wiha got: "Min 3 caran zeviya xwe cot kir. Min 2 caran gubre da, 3 caran jî derman da. Tona gubre 16 hezar TL, kîloya derman jî hezar û 500 TL bû. Weke îzna Xwedê îsal jî wek kaniyên me ziwahî çênebû. Eleketrîka Dîcleyê ceyranê nade me. Dê daviya me wê çi bibe? Ger hikûmet piştgiriya me bike wê baş be. Divê rayedar bigihîjin me. Di navenda Amedê de baran hebû, lê li vir baran nebû. Rewşa genim eşkere ye. Heke heywan jî ev erde hatinin çandin bixwin jî têr nabin. Mesrefên ku me kirîye wê ji bêrîka herin. Dîjle Elektrik di heman demê de piştevaniya erdan jî desteser kir. Dewlet di berdêla deynên me de ev pêkanînên. Dicle Elektrîkê tiştê dike nayê qebûlkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.