Danûstandinên Îran û Emrîkayê li Îslamabadê bê encam bi dawî bûn

Danûstandinên Îran û Emrîkayê li Îslamabadê bê encam bi dawî bûn

Hevdîtinên di navbera Îran û Emrîkayê de li Îslamabadê ya paytexta Pakistanê hatin lidarxistin, lê ti encamek berbiçav bi dest nexistin.

Li gorî raporên di çapemeniya Îranê de, hêviyên bilind ên ji rêveberiya Washingtonê wekî sedema sereke ya negihîştina rêkeftinê hatine destnîşankirin.

Televîzyona dewletê ya Îranê encama danûstandinên ku bi qasî 21 saetan dewam kirin ragihand. Hat ragihandin ku alî negihîştine xaleke hevpar, nemaze li ser mijarên wekî Tengava Hurmuzê û derxistina madeyên nukleerî ji welat.

Li gorî agahiyan, şandeya Îranê ji bo dîtina xalên hevbeş di danûstandinan de gavên cûrbecûr avêtine. Lêbelê, hate gotin ku daxwazên aliyê dagirker ê Amerîkî vê pêvajoyê tevlihev kirine û îhtîmala lihevkirinê ji holê rakirine.

Ji aliyekî din ve, Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance jî piştrast kir ku hevdîtin bê rêkeftin bi dawî bûne. Vance diyar kir ku di hevdîtinên dirêj de mijarên girîng hatine nîqaşkirin, lê îdia kir ku negihîştina encamekê bi taybetî ji bo Îranê neyînî ye. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.