Daxuyanîya hevpar a komên Filistînî: Pêşnûmeya agirbestê ya nû ya îşxalkeran tu garantîyekî nade

Daxuyanîya hevpar a komên Filistînî: Pêşnûmeya agirbestê ya nû ya îşxalkeran tu garantîyekî nade

Komîteya şopandina hêzên neteweyî û Îslamî li Filistînê bal kişand ser vê yekê ku pêşniyara nû ya agirbestê ya rêjîma sîyonîst a îşxalker.

HAMASê daxuyaniya hevpar a Komîteya Şopandina Hêzên Neteweyî û Îslamî li ser kanala xwe ya Telegramê parve kir û pêşniyara agirbesta nû ya aliyê dagirkeriyê nirxand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Komîteya Şopandina Hêzên Netewî û Îslamî nûçeyên pêşniyara agirbestê ya nû ya ku tê de çekberdana berxwedanê û teslîmkirina girtiyên îşxalker ji dagirkeriyê re bê garantîkirin ji nêz ve dişopîne û tekez kir ku ev pêşnûme ti garantiyek derbarê bidawîhatina şerê qirkirinê ya li dijî gelê Filistînê û vekişîna tam a ji Xezzeyê nagire.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di vê çarçoveyê de, komîteyê bal kişand ser mijarên jêrîn.

"Em mezinkirina çeka 'mexdûr' a ku berevanî û destpêkî ye red dikin. Di heman demê de em bi bîr tînin ku Emrîka hejmareke zêde çekên kujer û bombeyên giran radestî dagirkeriya kujer kirîye û ev bombe li gelê me yê bêparastin hatine barandin.

Xezzeyê ji bo Komara Erebî ya Misrê herêmeke ewlekarî ye û di navbera neteweya Ereb û dijminê wî de weke herêmeke tampon tevdigere. Gelê Xezzeyê pêşengê artêşa Misrê û xeta yekem a parastinê ye. Misir jî ji bo Filistîniyan kûrahiyeke stratejîk e.

Her agirbestek bêyî garantiyên rastîn; Ger garantiya rawestandina şer, vekişîna tam, rakirina dorpêçê û ji nû ve avakirinê nebe, ev xefikek sîyasî ye. Ev peyman li dijî berxwedanê îşxalê xurt dike. Divê navbeynkar û civaka navneteweyî zextê li sîyonîstên îşxalker ku di dîrokê de ji hemû peymanan dûr ketiye, bikin.

Pirsgirêka eslî ew e ku îşxalker ji cîbicîkirina peymana agirbestê ya sê merhale ya ku aliyê Filistînê pejirandibû û pê girêdayî ye, dûr disekinin. Li ser bêçekkirina 'mexdûr' xapînokek mezin tê meşandin. Ji xwe civaka sîyonîst jî dizane ku Netanyahu ew alî ye ku peymana agirbestê şikand û ev yek bi bêdengiya kujer û hevkarîya civaka navneteweyî pêk tê.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.