Daxuyaniya Serokatiya Karên Diyanetê derbarê destpêka meha Remezanê de
Lijneya Bilind a Karên Diyanetê ragihand ku meha Remezanê ya sala 1447an (2026), li Tirkiyeyê wê di 19ê Sibatê roja Pêncşemê de dest pê bike.
Lijneya Bilind a Karên Diyanetê, derbarê destpêka meha Remezanê ya sala 1447an (2026) de daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniya Lijneyê; di encama hesabanên astronomîk de ku pîvanên şer'î esas hatine girtin, hîlala Remezana 1447/2026an wê di 18ê Sibatê roja Çarşemê de cara pêşîn ji herêma Okyanûsa Mezin were dîtin. Li gorî saeta Tirkiyeyê, dema dîtina hîlalê wekî 06.42 hat diyarkirin.
Di vê çarçoveyê de, roja yekem a meha Remezana 1447/2026an li Tirkiyeyê wekî 19ê Sibatê roja Pêncşemê hat tespîtkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.