Dayik û Kurê ku li Batmanê Hatibûn Kuştin, li Mêrdînê li Kêleka Hev Hatin Veşartin
Dayika bi navê Aynur Karadaş (55) û kurê wê Dücane Karadaş (28), yên ku li Êlihê (Batman) di êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabûn, li bajarê wan Mêrdînê hatin veşartin.
Bûyer, duh êvarê li Taxa Pinarbaşiyê di Kolana 2218’an de pêk hat. Dayik Aynur Karadaş û kurê wê Dücane Karadaş, li ber deriyê avahiyê (apartmanê) rastî êrîşeke çekdarî hatin.
Di gulebarana bi tapançeyê de, dayik û kurê wê yên ku gule li wan ketin, di nav xwînê de li erdê man. Li ser agahdarkirinê, tîmên tendurustiyê û polîs sewqî navnîşanê hatin kirin. Tîman diyar kirin ku Dücane Karadaş jiyana xwe ji dest daye. Aynur Karadaş a ku bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê, tevî hemû midaxaleyan nehat rizgarkirin.
Cenazeyên dayik û kurê wê, piştî karûbarên otopsiyê anîn gundê Dereyanî yê ser bi navçeya Rişmilê (Yeşilli) ya Mêrdînê ve. Piştî nimêja ku li vir hat kirin, cenaze li goristana gund li kêleka hev hatin veşartin.
Li aliyê din, di çarçoveya lêpirsînê de gumanbarê êrîşê M.A.K. (17), dema ku dixwest biçe Mêrdînê, li xala kontrolê ya Cendirmeyan a gundê Sinanê yê navçeya Bismila Diyarbekirê hat girtin. Gumanbar di hundirê wesayîteke bazirganî de tevî tapançeya bêruhsat a ku sûc pê hatibû kirin, hat desteser kirin. Karûbarên lêpirsîna gumanbar a li emniyetê berdewam dikin.


Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.