Derheqê êrîşa li Mêrdînê de agahiyên nû

Vîdeoyên kêliyên dawî yên 3 jê pîrek 5 kesên ji Kurdistana Iraqê li navçeya Artukluya Mêrdînê di encama kemîna ku di wesayîtên wan de hatibû danîn de hatin qetilkirin derketin holê.

5 kesên ku di wesayîta bi plaqeya Iraqê de bûn li Yenîkoya Mevkiyê ya Rêbeja Merkez Artuklu-Nisêbînê, ji ber sedemeke ku nayê zanîn rastî êrîşa bi çekan hatin.

Êrîşkaran piştî ku kesên di wesayîtê de bûn ji erebeyê peya kirin gule berdan û ji cihê bûyerê reviyan. Piştî êrîşê ji Kurdistana Iraqê Hîdrîn Abdullah Salih, Waheda Haedar Casim, Abdullah Salih Mistefa, Çîmen Şahîn Xalid û Ehmed Celaledîn Îbrahîm canê xwe ji dest dan.

Piştî bûyerê hat ragihandin ku di encama xebatên polîsan de 4 şikdar hatin binçavkirin.

Wêneyên kêliyên dawî yên qurbaniyan derketin holê

Li aliyê din dîmenên kêliyên dawî yên kesên di êrîşê de canê xwe ji dest dane derketin holê. Mexdûrên ku beriya êrîşê çûne loqanteyekî li navendeke bêhnvedanê, piştî ku xwarina xwe dixwin, haya wan ji êrîşa ku li wan bê kirin tune ye, di camên dikanan de cil û bergan dinhêrin. Di dîmenan de tê dîtin ku yek ji qurbaniyan li derve têlefona xwe dinhêre.

Wan ji erebeyê derxistine û kuştine!

Havar Celaleddîn ku di êrîşê de dayika xwe Wehîde Celaleddîn û birayê xwe Ahmet Celaleddîn ji dest dan, der barê êrîşê de ji ÎLKHAyê re axivî.

Celaleddîn, anî ziman ku dayik û birayê wî ji bo tedawîyê hatine Tirkiyeyê û ber bi Dîyarbekirê ve diçin û weha got, "Pêşî li ser rêya Nisêbînê şîva xwe dixwin. Pişt re dema derketin rê, di navbera Mêrdîn û Nisêbînê de kemîn danîne û birîn. Wan ji erebeyê peya kirine. Di wesayîtê de 5 kes hebûn, hemû ji wesayîtê daxistine û yek bi yek kuştine. Herî dawî dayik û birayê min mirin."

Celaleddîn, anî ziman ku dayik û birayê wan canê xwe ji dest dane û diyar kir ku heta niha nizanin çima êrîş hatiye kirin û lêkolîn berdewam dikin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.