Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Bakur û Rojava alîkarî daye 180 hezar kesî

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Bakur û Rojava alîkarî daye 180 hezar kesî

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) di daxuyaniyekê de ragihand ku, wan di heyama 15 rojên borî de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê alîkarî pêşkêşî 179 hezar û 905 kesan kirine.

Di daxuyaniya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de hat destnîşankirin, tîmên wan di 15 rojan de zêdetirî 84 hezar daneyên xwarinên germ, 43 hezar betanî, doşek û balîf, 45 hezar set ava vexwarinê, 19 hezar pakêtên xwarinê, 20 hezar xwarinên fast food, 4 hezar test û dermankirin, 9 hezar sobe, 6 hezar çilûberg, 3215 kon, 8 hezar qutiyên şîr û pêwîstiyên zarokan belav kirine.

Di berdewama daxuyanîa ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, tevahiya alîkariyên ku li herêmên erdhejan hatine belavkirin li Dîlokê 35 hezar û 440 kesan, li Semsûrê 23 hezar û 445 kesan, li Rihayê 9 hezar û 70 kesan, li Edeneyê 9 hezar kesan, li Diyarbekirê 29 hezar kesan, li Mereşê 44 hezar û 580 kesan, li Efrînê 22 hezar û 656 kesan ji alîkariyên curbicur sûd wergirtine.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.