
Di 51 bajaran de li dijî PKK/KCK operasyon: 282 binçavî
Elî Yerlîkayayê Wezîra Karên Hundir daxuyand ku di operasyonên ku li dijî PKK/KCKyê de di 51 bajaran hat kirin de 282 şikdar hatine girtin.
Li dijî PKK/KCK di 51 bajaran de operasyon hat lidarxistin.
Di operasyonên “Gurz-46” a ku ji teref cendirme ve di hefteyekî dawî li dijî PKK/KCK li 51 bajaran hat kirin de 282 şikdar hatin girtin.
Elî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir daxuyand ku operasyon li bajarên Edene, Semsûr, Afyonkarahîsar, Amasya, Enqere, Antalya, Bayburt, Balikesîr, Bîngol, Bîtlîs, Bolu, Bursa, Çeneqele, Denîzlî, Diyarbekir, Duzce, Erzirom, Edîrne, Eskîşehir, Elezîz, Erzîncan, Entab, Gumuşxane, Hekarî, Xetay, Stenbol, Îzmîr, Qers, Qaraman, Qeyseri, Qocaeli, Qonya, Kutahya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mugla, Muş, Nevşehîr, Nîgde, Ordu, Osmanîye, Seqerye, Şirnex, RIha, Tekirdag, Tokat, Yozgat û Wanê hatine kirin.
Di encama operasyonan de 2 tivingên AK 47, 8 tifingên nêçîrê yên bê ruxset, 5 fîşekên bê ruxset, 3 tivingên vala û gelek malzemeyên dîjîtal hatin bidestxistin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.