Di avahiya hilweşiyayî de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di avahiya hilweşiyayî de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Gebze ya Qocaeliyê avahiyek heft qatî hilweşiya. Waliyê Qocaeliyê Îlhamî Aktaş ragihand ku malbatek ji pênc kesan di hundirê avahiyê de ye. Lêkolînan eşkere kir ku du kes mirine. Hewldanên ji bo dîtina endamên din ên malbatê berdewam dikin.

Li navçeya Gebze ya Qocaeliyê, avahiyek heft qatî di derdora saet 7:30an de ji ber sedemek nediyar hilweşiya.

Waliyê Kocaeliyê Îlhamî Aktaş ragihand ku malbateke ji pênc kesan pêk tê, ku dayik, bav û sê zarok jî di nav de ne, di bin xirbeyên avahiyê de asê mane.

Di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de, cenazeyê yek ji zarokan hate dîtin. Tê bawerkirin ku zarokê mirî Emir Bilir e.

Hat ragihandin ku ekîb gihîştine qata ku malbat lê bû û dengê jinekê ji bin xirbeyan hatiye bihîstin.

Di çend xulekan de, hate ragihandin ku cenazeyê kesekî din jî ji bin xirbeyan hatiye derxistin.

Li herêma ku 627 personel lê dixebitin, xebatên rizgarkirina sê kesên di bin kavilan de asê mane berdewam dikin.

Her çend car caran li herêmê bêdengî tê xwestin jî, bi alavên hessas hewlên guhdarîkirinê tên dayîn.

Tedbîrên ewlehiyê li herêmê gihîştine asta herî bilind. Neh avahiyên derdorê wekî tedbîr hatine mohrkirin.

Ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê hem di avahiya hilweşiyayî de û hem jî li derdora wê xebata xwe didomînin.

Di saeta 19an a xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de, cenazeyên bêcan ên bav Levent Bilir û dayik Emine Bilir jî ji bin xirbeyan hatin derxistin.

Di bûyerê de dê û bav û 2 zarokên wan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniyan, berî bûyerê derbarê avahiyê de ti raporên xerab ji rayedarên peywendîdar re nehatine şandin.

Hat hînbûn ku li qata jêrîn a avahiya apartmanan, ku di sala 2012an de hatiye çêkirin û di sala 2013an de destûra îskanê wergirtiye, dermanxaneyek hebû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.