
Di bahoza Emrîkayê de hejmarê mirîyan derket 27 kesan
Li wîlayetên Kentucky, Missouri û Virginiaya Emrîkayê bahozek tund tesîrdar bû, heta ji ber bahozê 27 kes mirin.
Walîyê Kentuckyê Andy Beshear, daxuyand ku ji ber ba û bahoza dijwar 18 kesan canê xwe ji dest dan.
Walîyê Missouriyê daxuyand ku li cîhên cuda yên wîlayetê bahozek tesîra xwe zêde kir û di encamê de 7 kes mirin.
Li wîlayeta Virginiayê 2 kes mirin.
Rayedaran, îfade kirin ku ji ber rewşa xerab a hewayê xanîyên herêmê zerarê dîtin, mirovên birîndar jî ji nexweşxaneyê re hatin rakirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.