Di Cejna Qurbanê de 44 kesan di rêyan de canê xwe ji dest dan

Di Cejna Qurbanê de 44 kesan di rêyan de canê xwe ji dest dan

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku di Cejna Qurbanê de 3 hezar û 913 qeza çêbûne, di encama van qezayan de 44 kesan canê xwe ji dest dane, 6 hezar û 370 kes jî birîndar bûn.

Wezîrê Karên Hindir Yerlîkaya, derheqê mirin û birîndarbûna ku di betlaneya Cejnê de pêk hatin de hurgilîyan parve kir.

Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya Xê daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku 3 hezar û 913 qezayên trafîkê çêbûne.

Di van qezayan de 44 welatî canê xwe ji dest dane; 6 hezar û 370 welatî jî birîndar bûn. Van 44 welatîyên ku canê xwe ji dest dane 54 îxlalên cuda yên trafîkê pêk anîtine.

Ji van îxlalan jî ji sedî 48.1 îxlala lezê, ji sedî 18.5 îxlala derketina şerîda xwe, ji sedî 14.9 îxlala derbasbûna pêşevanîyê, ji sedî 3.7 îxlala cîhê vegerê, ji sedî 1.8 lêxistina ji paşve û ji sedî 13 jî îxlalên dinê ne.

Hat îfadekirin ku ji sedî 18 welatîyên ku canê xwe ji dest dane qezayên wan di nav bajêran de pêk hatine, ji sedî 26 jî derveyê bajêran çêbûne.

Li cîhên ku radarên di navbera 30-35 kîlometreyan de hene qeza hinidk çêbûne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.