Di “Çeka birçîbûnîyê” ya îşxalkeran de zarokekî dinê jî can da

Di “Çeka birçîbûnîyê” ya îşxalkeran de zarokekî dinê jî can da

Li bajaroka Bey Xanûna ku li bakurê Xezzeyê ye zarokek qîzîn a Filistînî, di bin êrîş û dorpêça rejima îşxalker de, ji birçîna canê xwe ji dest dan.

Rejima terorê li qetlîam û sûcên şer dewam dike. Rejima terorê bi piştgirîya Emrîkaya hevparê qetlîaman û rojavaya zalim li Xezzeyê her cure sûcên şer pêk tîne.

Li Xezzeyê nexweşxane û beşên acîlê bi nexweşên ji ber birçîhiştinê ji hal ketine tije ye. Di nav xelqê Xezzeyê de ji ber birçîhiştina çeka rejima terorê weqayên xeniqîn û ziîfbûn di asta talûkeyê de zêde bûye.

Li Beyt Xanûnê zaroka qîz a bi navê Alma Cîhad Nasir ji birçîna şehîd bû. Rejima terorê di destpêka meha Adarê de derîyên sînor girtibû. Ji ber ku têketina alîkariyên însanî tên astengkirin li temamê Xezzeyê xelayek mezin pêk tê.

Ji teref Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê ve hat gotin di 24 saetên dawîn de 5 weqayên can dayînan ên ji ber birçîhiştinê pêk hatiye. Bi can dayînên dawîn re hejmara şehîdên ji ber çeka birçîhiştinê ya rejima terorê derket 193 kesan, ji vanan 96 jê zarok in.

Rejima terorê ev 21 meh e nahêle ku tu alîkariyên însanî wek derman, xwarin, av û sotemenî têkeve nava Xezzeyê ev jî dibe sebeba qrîzeke kûr a însanî. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.