Di Çemê Êlihê de masî dimrin: Baroyê Banga sûcê kir

Di Çemê Êlihê de masî dimrin: Baroyê Banga sûcê kir

Di Çemê Êlihê de ji ber ku borî têne danîn av hat qutkirin, ji ber vê yekê bi hezaran masî û ajalên dinê telifîn.

Komîsyona Mafên Ajal û Derdor ê Baroya Êlihê, daxuyand ku derheqê meseleyê de di warê pêvajoya edlî û îdarî de banga sûcê dane destpêkirin.

Ji ber plankirina borî danîna li kortala Çemê Êlihê av hatîye qutkirin, di encama vêya de jî bi hezaran mesî û ajalên dinê mirine, li herêmê jî qirêjîyekî ciddî pêk hatîye.

Komîsyona Mafên Ajal û Derdor ê Baroya Êlihê, piştî vê bûyerê serlêdana Serdozgerîya Komarîya Êlih û Walîtîya Êlihê kir û daxwaz kir ku bila mesulên vî karî werin tespîtkirin û mueyyîdeyên hewce bêne dayîn.

Di daxuyanîya ku ji teref Komîsyonê ve hatîye belavkirin de weha hat gotin, “Em ji raya giştî re didin zanîn ku em ê şopînerê pêvajoya hiqûqî bibin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.