Di doza kuştina Narin Güran de 12 bersûc careke din derketin pêşberî dadger
Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Diyarbekirê, di doza kuştina Narin Gürana 8 salî de biryara cezayê girtîgehê yê ji bo sûcê 'parastina sûcdar' li dijî hiqûqê dît. Li ser vê biryarê, pêvajoya darizandina ji nû ve ya bo 12 bersûc û 3 zarokan dest pê kir.
"Piştî ku Daîreya 7’an a Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Amedê, biryara dadgeha herêmî ya ku ji bo sûcê 'parastina sûcdar' di kuştina Narin Gürana 8 salî de dabû li dijî hiqûqê dît; darizandina ji nû ve ya 12 bersûcên negirtî û 3 zarokên ku ber bi sûc ve hatine birin, dest pê kir.
Di rûniştina girtî ya li Dadgeha Cezayê ya Asliye ya 17’an a Amedê de, 2 bersûc, zarokekî ber bi sûc ve hatî birin û parêzerên wan amade bûn. Di danişînê de biryara Daîreya 7’an a Cezayê hat bi bîr xistin ku tê de hatibû gotin 'mafê tevlîbûna rasterast' nîn e; ji ber vê yekê hat biryardan ku parêzerên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û Komeleya Têkoşîna li Dijî Îstismara Zarokan a Mamoste Saadet beşdarî rûniştinê nebin.
Dadgehê bal kişand ser biryara Daîreya 1’emîn a Cezayê ya Dadgeha Bilind (Yargıtay). Dadgeha Bilind biryar dabû ku cezayê 4 sal û 6 mehî yê li bersûcê girtî Nevzat Bahtiyar hatibû birîn, di çarçoveya 'alîkariya kuştina bi qestî' de were nirxandin û Bahtiyar li Dadgeha 8’emîn a Cezayê Giran ji nû ve were darizandin. Li ser vê yekê, dadgehê biryar da ku ji Dadgeha 8’emîn a Cezayê Giran were pirsîn ka ji bo daxwaza yekkirina dozan razîbûn (miwafaqat) heye an na. Danişîn ji bo temamkirina kêmasiyan hat paşxistin."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.