
Di êrîşên Hîndistanê de 40 sîvîl canê xwe ji dest dan
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Pakistanê ve hat belavkirin, hat destnîşankirin ku di êrîşa “ Operasyona Sindoor” a ku Hîndistanê da destpêkirin de 15 jê zarok, 40 sîvîl hatin qetilkirin.
Ji Yekîneya Têkilîyên Gel a Artêşa Pakistanê (ISPR), derheqê “Operasyona Sindoor” a Hîndistanê de daxuyanî da.
Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku di nav wan de 15 jê zarok, 7 jê pîrek 40 sîvîl ji teref artêşa Hîndistanê ve hatin qetilkirin, 121 sîvîl jî birîndar bûn.
Hat daxuyandin ku di heman operasyonê de 11 leşker canê xwe ji dest dan, 78 leşker jî birîndar bûn.
Di berdewama daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ji hemû teşebûsên meydan xwarina ji serxwebûnî an jî yekîtîya axên Pakistanê re, bersiveke bi lez, berfireh û biryarî bê dayîn.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.