Di febrîqeya kîmyewî de teqîn: Mirî û birîndar hene
Li Dîlovasiya Qocaelîyê, di febrîqeya kîmyewî de teqînek pêk hat. Ji herêmê re gelek ekîb hatin sewqkirin, li gorî diyarîyên ewil 2 karker canê xwe ji dest dan.
Hat îfadekirin ku li navçeya Dîlovasiya Qocaelîyê di febrîqeyekî kîmyewî de ji ber sedemeke ku hêj nediyare teqînek pêk hat.
Li ser xeberdayîna mirovên ku dengê teqînê bihîstin ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin. Karkerên birîndar piştî midexeleyên ewil ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin. Li gorî diyarîyên ewil 2 karker canê xwe ji dest dan.
Li derdorê febrîqeyê tedbîrên mezin hatin girtin û sedema teqînê tê lêkolînkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.