Di felaketa lehî ya li Pakistanê de hejmarê mirîyan derket 645 kesan
Di felaketa lehî ya ku li Pakistanê piştî baraneke dijwar pêk hat de 645 kesan canê xwe ji dest dan.
Li Pakistana ku baranên musonê bû sedema lehî û hezazê, bîlançoyê gelek zêde û giran kir.
Ajansa Bireveberîya Afeta Netewî ya Pakistanê (NDMA) diyar kir ku li giştîyê welat ji ber lehî û hezazan 645 kesan canê xwe ji dest dane.
Serokê NDMAyê Korgeneral Inam Haider, destnîşan kir ku baranên musonê ya vê salê li gorî par ji sedî 50 dijwartir e, Haider diyar kir ku ew ê heta meha Îlonê sê carên dinê jî baranên musonê bibarin.
Haider, ragihand ku veguherîna îklîmê Pakistanê bi şekleke ciddî tesîrdar kirîye, bi taybetî li herêmên Buner, Bajaur û Battagram xerabûnên giran çêbûne.
Haider, ragihand ku li Xayber Paxtûnwayê jî ji bo mirovên ku di lehîyê de winda bûne xebat hêna jî berdewam dikin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.