Di kemînên ku şervanên berxwedanê li taxa Zeytûnê danîn de çi qewimî?

Di kemînên ku şervanên berxwedanê li taxa Zeytûnê danîn de çi qewimî?

Tûgayên Qessam hûrgiliyên operasyona ku berxwedana Filistînê di saetên serê sibehê de pêk anî, ku di encamê de gelek leşkerên îşxalker hatin kuştin, birîndar bûn û winda bûn, parve kirin.

Rejîma îşxalker bi tevahî bi çar "bûyerên ewlehiyê" re rû bi rû ma - du li Xan Yûnis, yek li taxa Sebra û yek jî li taxa Zeytûnê. Di encama van êrîşan de leşkerek hat kuştin, 11 kesên din birîndar bûn û çar leşker jî hatin êsîrgirtin.

Ji ber sansura leşkerî ya ku ji teref rejîma îşxalker ve li ser medyaya îşxalker hatiye ferzkirin, derheqê çar leşkerên êsîrgirti de agahî nehatine parvekirin.

Medyaya îşxalê ragihand ku hejmareke mezin ji Mucahîdên Qessam beşdarî kemînên li taxa Zeytûnê bûne. Helîkopterên ku ji bo veguhestina birîndaran hatine şandin, rastî gulebaraneke giran a berxwedanê hatin.

Medyaya îşxalker "Kemîna Zeytûnê" wekî bûyera herî giran ji operasyona Tofana Eqsayê ya 7ê Cotmeha 2023an vir ve bi nav kir.

Li gorî çavkaniyên medyaya îşxalker, rejîma îşxalker "Protokola Hannîbal" bicîh anîye.

Protokola Hannîbalê rêbazek e ku ji hêla artêşa îşxalker ve tê texmînkirin ku pêşî li êsîrbûna leşkerên xwe bigire. Ev rêbaz talûkeya kuştina leşkerên êsîrgirtî jî di nav xwe de dihewîne û heta destûrê dide bombebarankirina cihên ku wan êsîran di nav de ne jî.

Berdevkê Tûagyên Qessam Ebû Ubeyde di daxuyaniyek nû de hişyarî da ku plana îşxalkirina Xezzeyê dê ji bo dijmin felaket be û derfetên bêtir ji bo girtina leşkerên nû biafirîne.

Ebû Ubeyde bal kişand ku artêşa îşxalker dê bi xwîna leşkerên xwe bedela plana xwe ya îşxalkirina Xezzeyê bide û diyar kir ku hêzên berxwedanê di rewşa hişyarî û amadekariyê de ne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.