Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin
Di lêpirsîna komkujiya dibistana Mereşê de, dayik Peyman Pınar Mersinli ku berê hatibû berdan, bi tohmeta "bi îhmalkariyê bûye sedema mirinê" hate girtin û wê şandin girtîgehê.
Di lêpirsîna êrîşa çekdarî ya li Dibistana Navîn a Ayser Çalik a li Mereşê ya di 15ê Nîsanê de ku bû sedema mirina 10 kesan, de pêşketinek nû derket holê.
Piştî nirxandinek ji nû ve ji aliyê dozgeriyê ve ku lêpirsînê dimeşîne, ji bo Peyman Pinar Mersinli biryara girtinê hat dayîn. Mersinli dema ku piştî serdana mêrê xwe Ugur Mersinli yê ku li Xarpêtê girtî ye, vedigeriya, li nuqteyek kontrolê ya li ketina bajarê Meletîyê ji teref ekîbên polêsan ve hat binçavkirin.
Piştî lêpirsîna wê li qereqola polêsan, Mersinli sewqî dadgehê hat kirin. Bi rêya girêdana vîdyoyî ya bi Dadgeha Mereşê re, ew bi tohmeta "bi îhmalkariyê bûye sedema mirinê" hat girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Akçadagê. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.