Di meha Remezanê de li girtîgehên sîyonîstan îbadetên dînî qedexe ne û îşkence li wan tê kirin
Nivîsgeha Medyayê ya Esîrên Filistînî ragihand ku esîrên Filistînî yên ku di girtîgehên rejîma sîyonîst de ne, di meha Remezanê de rastî zextên giran tên. Di raporê de hat ragihandin ku îbadet li esîran hatiye qedexekirin.
Nivîsgeha Medyayê ya Esîrên Filistînî ragihand ku esîrên Filistînî yên ku di zindanên rejîma sîyonîst de ne, di meha Remezanê de rastî zilm û îxlalkirinên giran hatine. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rêveberiya zindanê bi piranî rê li ber pêkanînên dînî girtiye û bi awayekî sîstematîk mafên bingehîn ên esîran îxlal kirîye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku esîrên Filistînî, bi taybetî yên li girtîgehên Sde Teiman û Negev, di pêkanîna wezîfeyên xwe yên dînî de rastî zehmetiyên cîddî tên. Hate diyarkirin ku rayedarên girtîgehê rê li ber destşuştinê digirin, û hinek esîran neçar dikin ku berî nimêjê teyemmum bikin.
Her wiha hate gotin ku destûr nayê dayîn ku esîr bi cemaetî nimêj bikin, û xwendina Quranê gelek caran tê astengkirin. Hat destnîşankirin ku esîr hewl didin ku bi dizî dînî xwe pêk bînin ji ber ku hucreyên girtîgehê bi berdewamî bi kamerayan têne şopandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li dijî esîrên ku tê bawerkirin ku dînî xwe pêk tînin, serdegirtin hatine kirin, hêzên îşxalker di dema serdegirtinan de bi kûçikên polêsan ketine nav sefan û li esîran tundiya fizîkî hatiye kirin.
Her wiha hat ragihandin ku esîrên Filistînî rastî îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk hatine. Li gorî van raporan, hinek esîr bi şokên elektrîkê hatine îşkencekirin, neçar mane ku bi saetan di pozîsyonên mecbûrî de rûnin û bi lêgerînên 24 saetan di bin zextek berdewam de mane.
Li gel van hemû zextan jî, di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku esîrên Filistînî berxwedana xwe didomînin, hewl didin ku bi awayekî ferdî pratîkên xwe yên dînî bidomînin û bi parastina hêviyên xwe li hember şert û mercên dijwar li ber xwe didin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.