Di meha Tebaxê de 143 hezar xanî hatin firotin

Di meha Tebaxê de 143 hezar xanî hatin firotin

Li gorî daneyên TUÎKê, firotinên xanîyan li gorî daneyên heman meha sala çûyînê sedî 6,8 zêde bû û meha Tebaxa sala 2025an de bû 143 hezar û 319. Firotina herî zêde li Stenbolê pêk hat.

Li temamê Tirkîyeyê firotina xanîyan, li gorî daneyên heman meha sala çûyînê sedî 6,8 zêde bû.

Li gorî daneyên ku Sazîya Îstatîstîka Tirkîyeyê (TUÎK) par ve kiriye, di meha Tebaxê de 143 hezar û 319 xanî hatine firotin. Li Stenbolê 21 hezar û 814 xanî hat firotin ku ev jî wê dike bajara ku herî zêde avahî hatine firotin û wê bi 12 hezar û 419 an Enqere û bi 7 hezar û 695an Îzmîr dişopîn e.

Bajarên ku firotina xanîyan herî kêm e bi 49 xanîyê Erdexan, 105 xanîyan Bayburt û bi 138 xanîyan jî li Tuncelî ne.

Li gorî daneyên heman mehên Çile-Tebaxa sala çûyînê sedî 21,3 zêde bûye, weke 978 hezar û 70 derketiye holê. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.