Di nav 24 seatên dawîn de li Xezzeyê 24 kes şehîd bûn
Êrîşên rejima îşxalker ên li ser Xezzeyê bênavber berdewam dike, di nav 24 seatên dawîn de 50 Filistînîyên dinê jî şehîd bûn.
Dema ku êrîşên rejima îşxalker berdewam dike, qetlîamên nû jî pêk têne.
Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên tenduristîyê hatine bidestxistin, ji doh heta niha 50 Filistînî şehîd ketine.
Hat îfadekirin Filistînîyên ku şehîd bûne 8 kes ji Nexweşxaneya Şîfayê, 6 kes ji Nexweşxaneya el-Madamanîyê, 18 kes ji Nexweşxaneya Avdeyê, 6 kes ji Nexweşxaneya Eqsayê û 12 kes jî ji Nexweşxaneya Nasirê re hatine rakirin.
Di êrîşên ku ji 7ê Cotmehê vir ve hatine lidarxistin de heta niha 66 hezar û 5 kes şehîd bûn, 168 hezar û 162 kes jî birîndar bûn. Tê diyarkirin ku ev reqeman ne reqemên rastîn in, hêna jî gelek şehîd di bin kavilan de ne.
Ekîbên tenduristîyê ji ber êrîşan nikarin biçin herêman û şehîdan di bin kavilan de derxînin.
Gelê Xezzeyê jî bang li civaka navneteweyî dike ku bila vê qetlîamên bidin sekinandin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.