Di nav avên navneteweyî de bi 20 dronan êrîşê Fîloya Sumudê hat kirin
Li derdorê Fîloya Sumuda Kûrewî nêzê 20 îha hatin tespîtkirin, ew îha ji keştîyan re cebilxane avêtin, di xetên ragihandinê de jî qutbûn çêbûn.
Li ser keştîyên aîdê Fîloya Sumuda Kûrewî ku ji 44 welatan aktîvîst beşdarî bûbûn gelek dronên ku aîdê kêne nayê zanîn hatin tespîtkirin.
Fîloya Sumuda Kûrewî ku ji 50 welatan keştî beşdarî bûbûn ber bi Xezzeyê ve diçe.
Rayedarên Fîloya Sumuda Kûrewî, destnîşan kirin ku di seat derdorê 01.00an de nêzê 20 wesayîtên hewa yê bêînsan li derdor û ser serê keştîyan hatine tespîtkirin.
Hat destnîşankirin ku hinek dronan li ser keştîyan cebilxane avêtine, hinek ji wan neteqîyane û ji teref aktîvîstan ve ji behrê re hatine avêtin, hat îfadekirin li nêzê keştîyan jî teqînên dijwar pêk hatine.
Piştî teqînê di keştîyan de rîskekî mezin a ewlehîyê derket holê. Di keştîyan de nîşanên êrîşê hatin tespîtkirin û di sîstemên ragihanî ya fîloyê de jî tevlîhevbûn û qutbûn pêk hatin.
Piştî êrîşê li ser du keştîyên alîkatîyê maddeyek toz hatîye avêtin. Lê hêj nehat tespîtkirin ku ew toz çî ye.
Di daxuyanîya ku ji teref Fîloya Sumuda Kûrewî ve hat belavkirin de bal hat kişandin ku ev tişta ku li dijî keştîyên sîvîla hatine kirin sûc e. Û di daxuyanîyê de weha hat gotin:
“Li ser du keştîyên alîkarîyê maddeyeke toz ku nayê zanîn çîye hat avêtin. Niha nayê zanîn ku ew madde çîye. Ekîbên me tedbîrên xwe girtine. Keştîyên me yên sîvîl gavek dinê li avên navneteweyî hatin hedefgirtin. Nêzê 20 dron li ser serê wan difirin; hinekên wan cebilxaneyan avêtin ser keştîyên me. Hinek ji wan cebilxaneyan neteqîyan û ji teref aktîvîstan ve bi lez û bez ji behrê re hatine avêtin. Li nêzê hinek keştîyan jî teqîn çêbûn. Ev êrîş, sûcekî ku di nav avên navneteweyî de hatîye kirin. Ew ê van taktîkên ku armanc dike me ji hedefên me bike, ew ê serfîraz nebin. Bileqs ew ê me qewettir bike. Di çalakîyên ku li ser bejahîyê têne kirin de jî bibin dengê Xezze û fîloyê. Lazim e ku dinya ev êrîşê zanibe.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.