Di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkîyeyê de herikîna petrolê dest pê kir
Vê sibehê ji Xeta Petrola Tirkîye-Herêma Kurdistanê ya ku di erdheja 6ê Sibatê de hatibû girtin petrol hat berdan. Wezîrê Enerjî ya Tirkîye û Herêma Kurdistanê derheqê meseleyê de daxuyanî dan.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê ragihand ku serê sibehê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi serkeftî dest pê kiriye.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de weha got:
"Îro Şemiyê, 27ê Îlona 2025an, saet 07:00an, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya petrolê ya Kerkûkê ber bi bazarên cîhanê ve bi serkeftî dest pê kir."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî derheqê destpêkirina hinardekirina petrolê de weha got: “Ev peymana li gel hikûmeta federal, destkefteke mezin e ji bo hemû xelkê Îraqê, bi taybetî jî ji bo Herêma Kurdistanê.”
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derheqê meseleyê de daxuyanîyek parve kir.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar ragihand ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya petrolê ya Îraq-Tirkîyeyê dest pê kiriye.
Piştî nêzîkî 30 mehan serê sibehê, petrola Herêma Kurdistanê bi rêya xeta boriyê ber bi Bendera Ceyhanê ve hat hinardekirin.
Alparslan Bayraktar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û got:
“Ji Boriya Petrola Xav a Îraq-Tirkiyeyê ku ji ber erdhejên 6ê Sibata 2023yan, bi awayekî demkî hatibû girtin, piştî ku 4ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ji aliyê BOTAŞê ve ji bo operasyonê hat amadekirin, îro sibehê demjimêr 07:07an careke din herikîna petrolê dest pê kir.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.