Di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de derîyeke nû ya sînor hat vekirin

Di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de derîyeke nû ya sînor hat vekirin

Deriyê Sînor ê Şûşmê ku di navbera Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (RHK) û Îranê de hatiye çêkirin, îro bi fermî hat vekirin.

Hat diyarkirin ku Deriyê Sînor ê Şûşme yê di navbera parêzgeha Helebce û Kiranmaşahê de ye dê ji bo rêwî û wesayîtan vekirî be.

Deriyê nû yê ku hatiye vekirin dê ji bo parêzgeha Helebce û bi taybetî jî ji bo Tawêla û Biyara alîkariya aborî bike.

Di navbera Îran û Rêveberiya Kurdistana Iraqê de sê deriyên sînorî yên bi taybetmendiya "navneteweyî" hene.

Ev der deriyên Başmak û Pervîzxan ên li Silêmaniyê û deriyê Hacî Ûmranê yê Hewlêrê ne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.