Di operasyona fuzeyên Îranê de bi dehan sîyonîst mirin û birîndar bûn

Di operasyona fuzeyên Îranê de bi dehan sîyonîst mirin û birîndar bûn

Îranê di operasyonên xwe yên fuzeyî ku di nav 48 seatên dawîn de li dar xist de bi dehan îşxalkerên sîyonîst kuşt û birîndar kir.

Di encama operasyona roketî de heta niha herî kêm 70 sîyonîst mirin û birîndar bûn.

Wezareta Karên Hindir yê qaşo daxuyand ku li Tel Avîv û derdorê wî sîren lêketine, bang li gel kirin ku bila biçin sitargehan.

Artêşa îşxalê, ji gelê gundên Arak û Khondabê ku li nêzê tesîsên nukleerîne re got ku bi lez û bez gund tehlîye bikin.

Îranê, daxuyand ku ew bi wesayîtên hewa yê bêmirov li rejima îşxalker xistine.

Di operasyonan de Tel Avîv, Ramat Gan (cîhê ku borsaya îsraîlê li wê ye), Holon û Bîrûssebîyê hedef girtine.

Ajansa Xeber a Îranê Fars, diyar kir ku di hedefan de navenda îstîxbarat a leşkerî û binesazîyên krîtîk ên leşkerî hebûne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.