Di operasyonên sûcên sîber de 364 şikdar hatine girtin
Elî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir ragihand ku, di encamê operasyonên ku li dijî sûcên siberê di 10 rojên dawîn hatine kirin de 125 kes hatine girtin, 94 kes jî bi şerta kontrola edlî serbest hatine berdan.
Elî Yerlîkayayê Wezîrê Karên Hundir ragihand ku, di encamê operasyonên ku li dijî sûcên siberê di 10 rojên dawîn hatine kirin de364 şikdar hatine girtin. Operasyonan li 23 bajaran li dijî sûcên “Xapandin, Behsa Neqanûnî, Mustehcenîya Zarokan a Onlayn û Tacîzê” hatine kirin.
Di xebatan de 125 kes hatine girtin, 94 kes jî bi şerta kontrola edlî serbest hatine berdan. Karên şikdarên din jî hê dewam dike.
Operasyonan li bajarên, Enqere, Antalya, Erdexan, Balikesir, Çeneqqele, Çorum, Diyarbeir, Entab, Gumuşxane, Xetey, Stanbol, Karabuk, Qeyserî, Kirikkale, Kirşehîr, Kocaelî, Mersîn, Nîxde, Ordu, Osmanîye, Sakarya, Sîwas û Wanê hatin kirin.
Yerlîkaya, gel hişyar kir da ku di rewşên şikdar de bila Navenda Bangê yê Acîl a 112an bigerin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.