Di projeya Derbasgeha Diktepeyê ya Rêya Diyarbekir–Batmanê de xebat didomin
Walîtiya Batmanê, der barê xebatên ku li Derbasgeha Diktepeyê ya Rêya Diyarbekir–Batmanê tên meşandin de raya giştî agahdar kir.
Hat diyar kirin ku dirêjahiya projeya ku di bin berpirsyariya Midûriyeta Herêma 9’an a Rêyên Bejayî de tê meşandin, 8 kîlometre ye.
Di çarçoveya projeyê de, 7,5 kîlometre ji rê wekî rêya dabeşkirî ya bi rûyê germ (BSK) û 0,5 kîlometre jî di standarda tamîrkirina rêya dabeşkirî ya bi rûyê germ (BSK) de tê çêkirin.
Her wiha di çarçoveya xebatan de, di projeyê de cih digire ku li kêleka Pira Çemê Batmanê ya ku niha wekî pireke bi tenê bi dirêjahiya 493 metreyan xizmetê dide, pireke duyemîn a bi dirêjahiya 311 metreyan bê çêkirin.

Pira Çemê Batmanê bi dawî bû
Di daxuyaniya ku ji hêla Walîtiyê ve hatî dayîn de hat ragihandin ku Pira Çemê Batmanê ya ku di çarçoveya projeyê de cih digirt, bi dawî bûye.
Di çarçoveya xebatên rê de; di navbera kîlometre 70+170–73+670’an de beşa çepê ya 3,5 kîlometre û di navbera kîlometre 67+670–73+670’an de beşa rastê ya 6 kîlometre di asta BSK’ê (binder) de hatin qedandin.
Armanc ew e ku di sala 2026’an de bi dawî bibe
Walîtiya Batmanê der barê beşên mayî yên projeyê de jî agahî parve kirin û diyar kir ku armanc ew e ku di sala 2026’an de; beşa 4,5 kîlometre ya li milê çepê û beşa 2 kîlometre ya li milê rastê bêne qedandin û bi vî awayî "Projeya Derbasgeha Diktepeyê ya Rêya Diyarbekir–Batmanê" bi temamî bikeve xizmetê.

Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.