Di qetlîama Xezzeyê de hejmarê şehîdên 15 hezarî derbas kir

Di qetlîama Xezzeyê de hejmarê şehîdên 15 hezarî derbas kir

Di pêvajoya agirbestê de ji bona ku cenazeyên di bin kavilan de mane û yên ku di kolanan de mane bên derxistin xebat hat destpêkirin. Di encama xebatê de hejmarê şehîdan 15 hezarî derbas kir.

Ofîsa Medyaya hikumetê a li Xezzeyê, derheqê êrîşên ku ji 7ê Cotmehê vir ve hatin lidarxistin de agahîyan da.

Li gorî daneyên Ofîsê, bi tevî bidestxistina cesedên di bin kavilan û kolanan de ên ku ji ber bombebarandina îşxalkeran şehîd bûne, hejmarê şehîdan jî 15 hezarî derbas kir, hat îfadekirin ku ji wan 6 hezar û 150 jê zarok 4 hezarî zêdetir jî pîrek in. Ofîs, destnîşan kir hêna jî aqûbeta 7 hezar kesan nayê zanîn û ew winda ne, ji wan jî 4 hezar û 700ê wan zarok in.

Di nav şehîdan de 207 kes personelên tenduristîyê, 26 kes personelên parastina sîvîlan û 70î yê wan jî rojnameger in.

Di encama êrîşên ku 36 hezarî zêdetir hatin lidarxistin de, ji 266 dibistanên ku hatine hedefgirtin di 67ê wan de xizmet nayê dayîn. 88 camî bi temamî xera bûn, 174 camî zerarê dîtin û 3 dêr jî hatin hedefgirtin.

Hat îfadekirin di encama bombebarandina îşxalkeran de 50 hezar xanî bi temamî hilweşîyan, 240 xanî jî zerarê dîtin.

Di êrîşa sîyonîstên îşxalkeran de 26 nexweşxane û 55 navendên tenduristîyê ketin nav rewşekî wisa ku ew nikarin xizmetê bidin, 56 ambûlans jî hatin hedefgirtin û zerarekî mezin dîtin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.