Di rêya Amed û Çinarê de 2 otomobîl li hev qelibîn: Yek jê giran 2 kes birîndar bûn
Di qezayeke trafîkê de ku li ser rêya Amed û Çinarê 2 otomobîl li hev qelibîn, yek jê giran 2 kes birîndar bûn.
Qeza, li cihê ku rêya Amed-Palûkê û Bulvara Qamişloyê digihîjin hev (li xaçerêyê) pêk hat.
Di qezaya ku 2 otomobîlên navên ajokar û plaqeyên wan nehatin hînbûn li hev qelibîn de, ajokarê wesayîta bazirganî û mişteriyê wî birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa mişteriyê di wesayîta bazirganî de giran e.
Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.





Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.