Di şewata ku li bazara dîrokî ya Kerkûkê derket de gelek dikan şewitîn

Di şewata ku li bazara dîrokî ya Kerkûkê derket de gelek dikan şewitîn

Berê sibehê agir bi Qeyseriya Kevin a Kerkûkê ketiye û derdora 100 dikanî şewitîne.

Agir bi Qeyseriya Kevin a Kerkûkê ket û gelek dikan şewitîn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin: Berê sibehê agir bi Qeyseriya Kevin a Kerkûkê ketiye û derdora 100 dikanî şewitîne.

Dikandarên li bazarê diyar kir ku ew ji ber şewatê bi agir şik û guman in çimkî agir bi çend cihên cuda ketiye.

Şewatên li Başûrê Kurdistanê

Demên dawiyê gelek caran agir bi bazarên li Başûrê Kurdistanê dikeve.

27ê Sibatê jî agir bi Bazara Lengeyê ya Hewlêrê ketibû û herî kêm 200 dikan şewitîbûn.

Bazara Lengeyê ya Hewlêrê 8ê Nîsanê careke din şewitîbû.

Dîsa 5ê vê mehê agir bi Bazara Qeyseriyê ya dîrokî ya Hewlêrê ketibû.

1ê Nîsanê jî agir bi Bazar Çelê ya li navenda Dihokê ketibû.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.