Di tehqîqata heqareta li dijî Hezretî Muhammed de 4 kes hatin girtin

Di tehqîqata heqareta li dijî Hezretî Muhammed de 4 kes hatin girtin

4 kesên ku derheqê heqaretkirina ji Hezretî Muhammed re ku li ser kovara Lemanê bi karîkaturan pêk anîtine de hatin bûnçavkirin hatin girtin.

Tehqîqata ku piştî teswîrkirina Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhammed û Hezretî Mûsa hat destpêkirin, çar xebatkarên kovara Lemanê hatin binçavkirin û edlîyeyê re hatin sewqkirin.

Piştî edlîyeyê midûrê karên nivîsê Zader Aknar, grafîker Cebraîl Okçu, xwedîyê karîkaturê Dogan Pehlîvan û midûrê messeseyê Alî Yavuz bi daxwaza girtinê ji hakimtîyê re hatin sewqkirin.

Hakimtî jî derheqê Pehlevan de ji sûcên “Tehrîkkirina gel a ji kîn û dijmintîyê re an jî nizmkirinê” û “heqareta ji Serokkomar re”, derheqê sê şikdarên dinê de jî ji ber sûca “Tehrîkkirina gel a ji kîn û dijmintîyê re an jî nizmkirinê” biryara girtinê hat dayîn.

Misilmanan ji wê karîkatura ku heqaret li Pêxemberê me dikir re bertek nîşan dan û li ber avahîya kovarê civîyan.

Li giştîyê Tirkîyeyê ji heqareta ku li Hezretî Muhammed re hatîye kirin re bertek têne nîşandan. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.