Dibistan dikevin tatîla navber

Dibistan dikevin tatîla navber

Li giştîyê welat nêzê 20 milyon xwendekar, ew ê bi zengila dawîn a sibe ji bo 9 rojan bikevin tetîla navberê. Wê ders di 17ê Mijdarê roja Duşemê ji nû ve berdewam bikin.

Bi hatina meha Mijdarê, xwendekar jî ketin nav kelecanê betlaneyê. Li gorî teqwîma Wezareta Perwerdehî ya Netewî, wê sibe zengila dawîn lêkeve û xwendekar wê 9 roj bêhna xwe bidin.

Tetîla navber wê di roja înê de dest pê bike û roja duşema 17ê Mijdarê jî ji nû ve berdewam bike.

Perwerdekar îfade dikin ku ev betlane ji bo xwendekaran dibe motîvasyonek û ew bi malbatên xwe de wextên xweş derbas dikin.

Li gorî teqwîma Wezaretê ew ê vê salê:

Tetîla navber a ewil: 10-14 Mijdara 2025an

Tetîla nîvê salê: 19-30yê Çileya 2026an

Destpêka dewra duyemîn: 2yê Sibata 2026an

Tetîla navber a duyemîn: 16-20 Adara 2026an

Dawîbûna dibistanan: 19ê Hezîrana 2026an hatîye ragihandin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.