Dînç: Piranîya erdhejzedeyên ku di qonteyniran de dijîn, di bin şert û mercên zivistanê de pirsgirêka germbûnê dikşînin

Dînç: Piranîya erdhejzedeyên ku di qonteyniran de dijîn, di bin şert û mercên zivistanê de pirsgirêka germbûnê dikşînin

Parlamenterê Mêrsînê û Serokê Polîtîqayên Ciwanî yê HUDA PARê Faruk Dînç, li Meclîsî daxuyanîya çapemenîyê lidarxist û di daxuyanîyê de rojevê nirxand.

Faruk Dînç, di daxuyanîya çapemenîyê de mexdurîyetên erdhejzedeyan, bêexlaqîya di fîlm û dîzîyan de hene, pirsgirêka bûrs yê xwendekaran û rojeva hindir û derveyê de axivî.

Parlamenter Dînç, di serê daxuyanîya çapemenîyê de derheqê qetlîamên ku li Xezzeyê berdewam dikin û nevekirina Derîyê Sînora Refahê de ku bi hezaran tir li wê derê disekinin balan kişand.

Dînç di axavtina xwe de weha îfade kir, “Niha li Derîyê Sînora Refahê bi hezaran tir ên alîkarîya însanî disekinin. Encax du gav dûrê wan tiran sefalet û birçîbûnî heye. Wan tiran xwe nikarin bighêjînin Xezzeyîyan. Hinek amûrên ku di nav tiran de ne mixabin li ber xerabûnîyê ne. Ev rewş, di serî de ji bo welatên Îslamê û ji bo hemû însanîyetê wesîleyekî eybê ye. Wan kesên ku ji bo Fîlîstînê, ji bo Xezzeyê çi ji destê wan tê bikartînin bê guman ew ê di dîrokê de rûyên wan spî be. Encax wan kesên ku di destê wan de îmkan hene û ji vê qetlîam û qirkirinê re bêdeng dimînin, hem li hember dîrokê hem jî di roja mehşerê de ew ê hesabê bidin.”

“Erdhejzedeyên ku di qonteyniran de dijîn pirsgirêka germbûnê dikşînin”

Dînç, derheqê rojeva hindir de jî axivî û li ser pirsgirêkên ku piştî erdheja Mereşê têne jîyandin balan kişand û weha got, “Berîya 10 mehan di 6ê Sibatê de felaketekî mezin yê ku li 11 bajar û hemû welatên me tesîrdar bû hat jîyandin. Di vê felaketê de 50 hezar welatîyên me wefat kirin. Em bi vê wesîleyê ji bo mirîyên xwe ji Xwedê daxwazîya rehmê ji bo birîndaran jî daxwazîya şîfa xêrê dikin. Encax li ser erdhejê 10 meh derbas bûn lê hêna jî pirsgirêk hene ku têne jîyandin. Em ketine nav meha zivistanê, îro pirsgirêka xûşk û birayên me yên ku dijîn pirsgirêka germbûnê ye. Derheqê germbûnê de gelek pirsgirêk têne jîyandin û divê van pirsgirêkan bên çareserkirin.”

Dînç di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku divê alîkarîya kirê ya ku ji erdhejzedeyan re tê dayîn ji pileyekî ku bikarê wan îdare bike re bê derxistin.

Parlamenter dînç, derheqê fîlm û dîzîyên ku civakê ji hev cuda dike, kîn û nefretê zêde dike, bêexlaqîyê jî wek dîndartîyê nîşan didin de jî bang kir ku bila ji vana re çareserîyek bê dîtin.

Hat îfadekirin ku bûrsên xwendekaran jî li gorî pîyaseyê bê nûkirin.

Faruk Dînç di berdewama axavtina xwe de derheqê îftîrayên ku ji HUDA PARê re têne avêtin de jî axivî û weha got:

“Berîya her tiştê armancekî me heye. Ev jî ji vê civak û xelkê re xizmetkirin e. Encax di Meclîsê de hevdîtinekî bûdçeyê heye, lazim e ku em vê pirsê bipirsin ku çi eleqeya bûdçe û vê meseleyê bi hev heye? Yanê serokê me yê giştî di hevdîtina bûdçeyê de derket, 10 deqîqe derheqê bûdçeyê de axivî û qala xerabî û başîtîya bûdçeyê kir. Yanê tiştê ku hewceye me gotîye û kirîye. Encax Wekîlê Serokê Kom yê CHP wek her demî li pey şaşkirina hedefan e. Di vê pêvajoyê de meseleya ku esil tê axavtin meseleya PKKê ye. Em vê tiştê difikirin, ew dixwazin ku vê meseleya PKKê di rojevê de derxînin û hedefê bidin şaşkirin. Dema ku em li axavtina wê meseleya ku qal dikin binhêrin em ê bibînin ku ev meseleya ku em dibêjin di sala 2012an de hatîye gotin. Yanê pêvajoyekî ku di pêvajoya çareserîyê de hatîye axavtin e. Yanê tiştekî xestina federasyon, wîlayetî û xweserîtî ku vana jî herêka ji hev cudatir in û li gorî mantiqê mirov nikare wan tev bi hev re bixwaze nîne. Nakokîyekî mantiqî heye. Tiştê ku di li wê derê de tê qalkirin ev e ku bila çek ji destan bên xistin, bila şîddet tinebe, bila her tişt bê axavtin. Niha hûn dikarin gem li zêhnên însan bixin? Em dibêjin ku bila ev tişt bên axavtin û bila bên gotûbejkirin. Gotûbejkirin û niqaşkirina meseleyekî ma qey ne normal e? Tê qalkirin ku bi vê meseleyê an makeqanûn an jî nizanim tiştekî dinê di bin talûkê de ye, qet eleqeyekî ewakî tineye. Tiştê ku li vê derê heye nîqaşkirin û gotûbejkirina meseleyekî ye. Em di vê nîqaşan de şerta perwerdehîya bi zimanê dayîkê çiqas muhîm e dibînin. Yanê wan kesên ku tiştê ku dixweyînin nizanin fêhm bikin an jî fêhm dikin lê bi zanatî vediguherînin bila werin em ê ji wan re dersa exlaqê bidin.”

“Di vê welatê de tiştekî tenê heye ew jî; pêkhateya dîktatortîya CHPê ye”

Dînç di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku di bin temela meseleya Kurd-Tirkan de CHP heye, “Mixabin di nav 100 salî de gelek tişt veguherîye lê di vê welatê de tiştekî tenê ku neguherîye heye ew jî; pêkhateya dîktatortîya CHPê ye. Di vê meclîsê de divê em behsa pirsgirêkên civakê bikin. Ev Meclîs, ev podium ne cîhên pêşandanê ne û ne jî qada pêşandanê ne. Di vir de mebesta me ew e ku divê ev mijar bên nîqaşkirin û mirov bi hêsanî pirsgirêkên xwe bînin ziman. Ger îro li ser van mijaran tê axaftin, her tim pirsgirêk ber bi aliyên cuda ve tên kişandin, em vê bibêjin; Yên li Qendîlê silavê li kê dikin? Qendîl silavê dide Kiliçdaroglu an Yapicioğlu? Yan jî Ozgûr Ozel silavên xwe ji kê re dişîne? Yapicioğlu silavan dişîne an ji Ozgûr Ozel e re? Divê hûn ji wan bipirsin. Dibe ku demek berê Alî Mahîr Başarîr hatibe vir, bingeha êrîşên wan ên li ser HUDA PARê di her platformê de rastî veşartina têkiliyên xwe yên qirêj be. Têkiliyên wan ên pir qirêj hene û ji ber ku têkiliyên wan ên pir qirêj hene, tim êrîşî HUDA PARê dikin. Ma Kiliçdaroglu bi xwe nabêje em ê şertê xweseriya herêmî bînin? Vê yekê dibêje û ev mijar ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Ger di vê mijarê de pirsgirêkek an fikarên we hebin, pêşî biçin û ji serokê xwe yê berê bipirsin.”

“Daîma ji HUDA PARê re îftîrayan davêjin”

Dînç di axavtina xwe ya dawîn de weha got, “Di 14 û 28ê Gulanê de ev yek kirin. Serê sibê, nîvro û êvarê, bi zikê vala yan jî bi zikê têr bênavber îftira li HUDA PARê kirin. Çi qewimî? Bi şikestineke mezin winda kirin. Em dibêjin bila dev ji zimanê ku mirovan polarîze dike berdin. Divê tu kes bêyî ku serî li tundî û terorê bide, raya xwe nebêje. Ger li vî welatî fikir neyên axaftin û nîqaşkirin, em ê çawa rastiyê bibînin? CHP êrîşî me dike, hûn dizanin welatî çi dibêjin? Ji me re dibêjin ‘Îcar hûn li ser rêya rast in.’ Çima wiha dibêje? Ji ber ku CHP dijminê rastiyê ye.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.