“Divê ji ber deynê çend cotkaran gelê deverê neyê cizakirin”

“Divê ji ber deynê çend cotkaran gelê deverê neyê cizakirin”

Serokê HUDA PARê yê navçeya Dêrikê Bûrhan Erol, destnîşan kir ku ji ber deynê çend cotkaran Dîcle EDAŞ welatîyên devera çolterîya Mêrdînê tevî mexdûr dike û ev yek qethîyen nayê qebûlkirin.

Ji ber ku çen cotkaran deynê xwe nedane Dîcle EDAŞê li çolterîya Mêrdîn ceyrana gelek malan qut kiriye. Li ser vê yekê bertekên li dijî vê biryarê her roj diçe zêdetir dibe.

Li navçeya Dêrikê temsîlkarên partîyên siyasî û muxtar îfade dikin ku li deverê rewş qet nebaşe û ji bo hikumet wezîfa xwe bike bangî karbidestan kir.

Serokê HUDA PARê yê navçeya Dêrikê Bûrhan Erol û Serokê Komeleya Muxtarên Dêrikê Mehmet Reşît Çelîk dirûma herêmê ji ÎLKHAyê re nirxand û destnîşan kirin ku ji ber deynê çen cotkaran cizakirina gelê çolterîya Mêrdînê tevî qethîyen nayê qebûlkirin û îfade kirin ku ji ber bê ceyran bûn ê heman maye berhemê çandinê hişk bibe û ajal jî tev telef bibin.

“Mexdûrkirin û cizakirina gelê colterîya Mêrdînê nayê qebûlkirin”

Serokê HUDA PARê yê navçeya Dêrikê Bûrhan Erol, îfade kir ku cotkarên gundewarîya Dêrikê îfade dikin ku berhemên wan yên çandinê heman maye hişk bibe û ajalên wan jî li hember tîbûnê rû bi rû maye. Erol, îfade kir ku ji ber Dîcle EDAŞê ceyran qut kirîye gelê deverê zehmetîyên mezin dikşînin.

Erol, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku di zivistanê de baran kêm barîya ji xwe tirsa hişkesalîyê hebû. Colterîya Dêrikê bi cotkarî û ajaldarîyê debara xwe dike. Di demên dawî ji ber kutkirina ceyranê li deverê mexdûrîyetek mezin tê jiyandin. Li colterîya Dêrikê derdora 150 gun û gundik henin. Niha li temamê van gundan ceyran û av tineye. Hûn dev ji avdana zevîyan berdin ava vexwarin û ya ajalan dahî tineye. Şaredarîya Dêrikê bi tankêran avê ji xelkê re bibe lê belê ka ava 2 tankêran wê têra kê bike?

Em bangî karbidestên hikumetê dikin bila li çoltîrîya Dêrikê di cîde ceyranê berdin. Ji ber deynê çend cotkaran mexdûrkirina temamê gundewarîyên Mêrdîn ev ne karê aqil e. Dive ku deynê çend cotkaran hebe. Rêyên zagonî henin bila li wir hesabên hev bibînin. Çima ceyrana deverê tevî qut dikine? Bi rastî ev ne îşê aqilmenda ye. Lazim e hikumet dest bavêje vî karî û van mexdûrîyetana çareser bike.”

“Çi sûcê welatî, zarok û ajalan heye?

Serokê Komeleya Muxtarên Dêrikê Mehmet Reşît Çelîk jî îfade kir ku Dîcle EDAŞê ji ber deynê çend cotkaran li çolterîlya Dêrikê ceyran qutkirîye.  

Çelîk di berdewma axaftina xwe de wiha got: “Em bibêjin deynê bîran heye. Çi sûcê welatî, zarok û ajalan heye? Ev 5-6 roje ji ber kutkirina ceyranê û ji ber têlefonan êş ketiye guhê me. Em li parlementerên li Enqereyê digerin dibêjin ‘îro sibe’ wê çareser bikin lê bel tu tiştek li holê tineye. Ji ber ku ceyran zeîfe televîzyon, dolav û makîneyên şuştinê yên welatîyan tev şewitîn. Ji xwe ji temamê malên gundan re fatora ceyranê tê û tev deynê xwe didin. Çima ceyrana wan qut dikin?”

Çelîk, destnîşan kir ku bavê wî tedawîya oksîjenê dibîne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Lazim e bavê min rojê 16 saetan oksîjenê bigre. Ji ber ku ceyran tinebû nesax ket û min ew bir Diyarbekirê. Doktor got ji ber ku bavê te oksîjen negirtîye îltîhab girtîye. Ji xwe herî hindik li her gundekî 2 nexweş henin. Me ajal ji bîr kirîye em ketine derdê bê emê avê çawa bibin ji însanan re. Ji 150 hezar cotkarî re heta 200 lîreyî ciza birîne. Berya niha cotkaran zevîyê xwe difrotin û deynê xwe didan. Êdî zevî jî nayê firotin, ji bar ku herb heye tu kes nakire. Cotkar nizanin wê çi bikin. Em bangî mezinên dewletê dikin, heger hûn eleqeyî bî vî îşî nekin ev tê wateya ev bi hesabê we jî tê. Tiştê niha DEDAŞ dike zilme û ne di însanîyetê de û ne jî di tu tiştî de ciyê wî tineye. Heta vê rojê me zilmek wisa nedît. Heger van qutkiranan ne li Herêma Rojhilata Navîn ba li deverek din ba wan qethîyen ev qebûl nedikirin. Niha li çolterîya Dirikê zilma DEDAŞê tê jiyandin û li temamê xelkê deverê zilm tê kirin. Bi îzna Xwedê dengê me dê here karbidesta û wê vê zilmê bi dawî bikin.”

“Ji ber DEDAŞê gel ji gun direve”

Muxtarê gundê Xirar û yê gundikê Ofî Abdûlkadîr Ektîren îfade kir ku di gel deynê wan tineye jî ceyrana wan hatîye qutkirin û wiha got: “Bila herin ceyrana kesên deynê wan heye bibirin. Çima ceyrana me qut dikin? Dewlet dibêjê kesên vegerin gund emê 300 mîhî bidinê. Lê belê ji ber zilma DEDAŞê gel ji gundan direvin. Heger qutbûna ceyranê wisa dewam bike ajalên telef bibi. Gundî hersaet li min digerin. Êdî em nikarin bersivê bidin wan lewra tu tiştek di destê me de tineye. Em li ku digerin tu cewabek tineye. Ji tirsa gundîya em nikarin herin gund. Di vê rewşa neasayî de gel rabin serpîya wê çawa bibe?”.

“Genim hişk dibin”

Ektîren di dawya axavtina xwe de wiha got: “Em li welatekî Efrîkayê najînin; Em li Cumhûriyeta Tirkiyeyê dijîn. Em ne di rejîma komînîstan de ye jî. Qaşo demokrasî heye. Ev çawa demokrasîye? Ev serê 7 rojaye li vê herêmê ceyran tune ye, emê çawa bijîn? Heger wiha bidom e emê dev ji cotkariyê berdin. Xelkê çandinîyê xwe gubre kirine û derman kirine, lê ji ber ku ev heftake ceyran tineye temamê bîran naşuxule û genimê me tev hişk dibin. Em hemû kes ji neçarî sekinîn e, emê çerbikin em jî nizanin. Di her serê sezona çandiniyê de ceyran tê qut kirin.Ma qey her dewr deynê cotkara heye? Em bê çare mane. Emê sibê temamê muxtarên herêmê kombikin û emê qerarekê bidin. Ev sazî êdî ceyrana xwe difroşe kê bila bifroşe. Dema em serî liwan dixe dibêje em ceyrana xwe nafroşin. madem wisa, bila were abonê me betal bikin, bira rakin û ceyrana xelkê berdin.”

İLKHA






























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.