Dîyarbekir ket nav atmosfera menewî ya Mewlûda Nebî

Dîyarbekir ket nav atmosfera menewî ya Mewlûda Nebî

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve wê di vê dawîya hefteyê (roja Yekşemê) li Parqa Newrozê bi temaya “Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed” bernameya Mewlûda Nebî bê tertîpkirin, ji vê bernameyê re hazirî berdewam dikin.

Bernameya Mewlûda Nebî ya ku her sal bi temayekî dinê tê tertîpkirin vê salê jî wê bi temaya “Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed” bê lidarxistin. Di çarçoveya bernameyê de li gelek kolan, cedde û taxan stand hatin vekirin, afîş hatin daleqandin û ji welatîyan re kitêb, şekir û loqim hatin belavkirin. Bi vê şeklê gelê Dîyarbekirê bangî bernameyê hatin kirin.

Di warê xebatan de Endamê Sazîya Bireveberîya Weqfa Evîndarên Pêxember Yakup Kaya axivî û îfade kir ku Dîyarbekir ket nav hewaya Mewlûda Nebî.

Kaya weha got, “Em wek Weqfa Evîndarên Pêxember wê vê hefteyê roja Yekşemê di seat 13.30yan de li Parqa Newroza Dîyarbekirê bi temaya ‘Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed’ Mewlûda Nebî tertîp dikin. Di vî warî de me li gelek cîhên Dîyarbekirê standan vekir, bi van standan em gelê xwe yanê gelê Dîyarbekirê dawetî bernameyê dikin.”

Yakup Kaya îfade kir ku em ê bi gelê xwe re li Qada Newrozê bighêjin hev, “Niha Dîyarbekir ketîye nav atmosfeta menewî ya Mewlûda Nebî û em di kelecanekî coş û beş de li benda wê rojê ne. Em hemû gelê Dîyarbekirê ji 7 salî heta 70 salî dawetî bernameya ku ew ê jîyana Hezretê Pêxember bê naskirin û fêhmkirin dikin. Me di vê çarçoveyê de li çar alîyê bajêr, afîşan avêt ser dîrekan, li dikanan afîşan diyarî kir û avêt camê wan. Li kolan û ceddeyan standan vekir û bi wan standan gelê Dîyarbekirê dawetî dikin. Bi vê wesîleyê em gelê xwe dawetî bernameya ‘Rêberê Berxwedanê Hz Muhammed’ ya ku roja Yekşemê di seat 13.30yan de li Parqa Newroza Dîyarbekirê bê tertîpkirin dikin.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.