Dosyeya xortê ku beriya 5 salan li Çinarê winda bibû hat vekirin: 3 gumanbar hatin girtin

Dosyeya xortê ku beriya 5 salan li Çinarê winda bibû hat vekirin: 3 gumanbar hatin girtin

Dosyeya Osman Gülerê ku sala 2017an li Çinarê winda bibû hat vekirin. 3 gumanbar hatin girtin

Li gundê Beşpinarê yê navçeya Çinarê, dosyeya Osman Guler (20) ê ku di 3yê Îlona 2017an de winda bibû, ji aliyê cendirmeyan ve ji nû ve hat vekirin. Di encama lêpirsînê de, gumanbar S. A. û kurên wî H. İ. A. û M. A., bi sûcê 'kuştina qestî' hatin girtin. Tevî ku demeke dirêj derbas bûye jî, hîn cenazeyê Guler nehatiye dîtin.

Osman Gulerê ku li gundê Beşpinarê dijî, li gorî îdîayan di 3yê Îlona 2017an de ji bo avdana zeviya pembo ji mal derket û careke din agahî jê nehat girtin. Piştî serlêdana malbatê, tîmên cendirmeyan li herêmê xebatên lêgerînê dan destpêkirin. Tevî hemû xebatan jî tu şopeke Guler nehat dîtin û dosye demeke dirêj wekî 'bûyera windabûnê' hat dîtin.

Malbatê di sala 2019an de îdîa kir ku Osman Guler hatiye revandin û giliyê malbata din kir. Malbatê diyar kir ku birayê Osman keçek revandiye û ji ber vê yekê di navbera wan û malbata keçikê de husûmet (neyartî) derketiye. Di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Çinarê ve hatibû destpêkirin de, di qonaxa yekem de ji ber nebûna delîlên somut û têrker, di dosyeyê de pêşketinek çênebûbû.

Dosyeya Osman Guler, di sala 2022yan de ji aliyê Tîmên Lêkolîna Sûcên Cendirmeyan (JASAT) ve ji nû ve hat destgirtin. Di çarçoveya xebatên teknîkî û analîtîk de; tomarên telefonan ên roja bûyerê û beriya wê, daneyên HTSê, agahiyên sînyalên bazê û îfadeyên gumanbaran ji nû ve hatin lêkolînkirin.

Di encama van nirxandinan de, dosye ji sûcê 'bêparkirina azadiya kesî' hat guhertin û wekî sûcê 'kuştina qestî' hat destgirtin. Di çarçoveya lêpirsînê de îsal di 12 û 13yê Sibatê de 8 gumanbar hatin binçavkirin. Gumanbar piştî karûbarên cendirmeyan sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji gumanbaran kesek di 15yê Sibatê de serbest hat berdan, 4 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Xezûrê birayê Osman Guler, S. A. û kurên wî H. İ. A. û M. A., bi sûcdariya 'kuştina qestî' hatin girtin û şandin girtîgehê.

"Biryara Dadgehê: Delîlên teknîkî û sînyalên bazê gumanbaran nîşan didin"

Di biryara girtinê ya Dadweriya Cezayê ya Sulhê de hat diyarkirin ku; tomarên HTSê yên roja bûyerê û beriya wê, daneyên sînyalên bazê, îfadeyên gumanbaran ên derbarê girtin an jî şikandina telefonan de, tespîtên guhertina cih û gotinên şahidan bi hev re hatine nirxandin.

Di biryarê de hat destnîşankirin ku:

  • Di roj û saetên ku Osman Guler winda bûye de, sînyalên telefona hinek gumanbaran di stasyonên bazê yên li cihê bûyerê de hatine girtin.

  • Her çend hinek gumanbaran îdîa kiribin ku wan telefonên xwe bikar neaniye jî, ev îfade bi daneyên teknîkî re li hev nayên.

  • Wesayîta ku di bûyerê de hatibû bikaranîn, meh dema şûn de bi awayekî nediyar şewitî ye û ev rewş wekî gumaneke reşkirina (windakirina) delîlan hat dîtin.

  • Hat qeydkirin ku ji ber keçrevandinê di navbera malbatan de husûmet heye û piştî bûyerê hinek gumanbar ji gund bar kirine.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.