Ebû Ubeyde: Micahîdên me di vê esrê de şervanên herî fedekar ên azad in

Ebû Ubeyde: Micahîdên me di vê esrê de şervanên herî fedekar ên azad in

Berdevkê Tûgayên Îzzeddîn El Qessam ê baskê leşkerî yê HAMASê Ebû Ubeyde, destnîşan kir ku li hember rejima êrîşên îşxalker berxwedan bênavber berdewam dike.

Ebû Ubeyde li ser Telegramê daxuyanî da, û diyar kir ku micahîdên li Xezzeyê, bi fedekarî û qehremanîyên ku li hember dijmin nîşan didin derbasê dîrokê bûye.

Ubeyde weha got: “Micahîdên me, di warê qehremantî û wêrektîyê de mînakek ku wek wê tineye nîşan didin. Kemînên me yên ku di demên dawîn de me danîye, carekî dinê jî nîşanê me daye ku şervanên me berxwdêrên herî fedekar û wêrek ên vê esrê ne.”

Ebû Ubeyde bal li ser mirinên leşkerên sîyonîstan kişand û got, “Cenaze û cesedên leşkerên dijmin, heta ku van êrîşan berdewam bikin bi îzna Xwedê ji dîmenekî re vegere. Çîmkî ew ê gel dev ji berxwedanê bernede.”

“Hikûmeta sîyonîst gelê xwe dixapîne”

Ebû Ubeyde di berdewama daxuyanîya xwe de hikûmeta sîyonîst jî hedef girt û îfad ekir bireveberîya giştî ji gelê xwe re derewan dike:

“Hikûmeta dijmin, leşkerên xwe ji avzê Xezzeyê re qurban dike. Ji bo armancên sîyasî yên ku di rastî de tiştekî wisa tineye wan dişîne mirinê lê îtîraf jî nake.”

Berdevkê Qessam destnîşan kir û bal kişand ku berxwedanê li Xezzeyê tenê berxwedana gelekî nîne, ev berxwedan herba parastina rûmet a ummetê ye, herî dawîn îfade kir ku ew ê ev berxwedan bi biryarî berdewam bike û ew ê ji her êrîşê re jî bersiv bê dayîn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.