Edîtor Abdussamed Yalçin: Lazimatîya Kurdan ji fikrekî ku alîkarîyê bide aştîya civak û zimanê re heye
Edîtor Abdussamed Yalçin ku di bernayema bîranîna Melayê Cizîrî ya ku Kovara Banga Heq tertîp dike de axivî, peyamên girîng da.
Abdussamed Yalçin edîtorê Kovara Banga Heq, di bernameya “Ji Xeyalê Ber Bi Heqîqetê Ve Banga Melayê Cizîrê Ji Bo Mirovên Îro” de axavtina vekirinê kir û li ser ziman, edebîyat û alema fikrê ya Kurdan balan kişand û got, “Divê em Kurdî di nav xwezayîya xwe de pêşve bibin.”
Yalçin di axavtina xwe de qala Melayê Cizîrî kir û weha got, “Melayê Cizîrê berîya her tiştî Şêxê Kurdan e. Hem di ziman û şiîr û edebîyatê de hem jî di fikr û marîfetê de şêxê Kurdan e. Di serdema xwe de bi Şêxê Cizîrî meşhûr bû. Û dîsa di serdema xwe de bi Reîşûşûara meşhûr bû. Yanê çawa ku di şiîr û edebîyatê de reîs bû, kes li hember wî nebû, pêşkêşî şairan bû, di îrşad û marîfet û rêbertîyê de jî pêşkêşê qewmê xwe bû. Di jiyana komeleyatî de jî reîs bû bi destê qewmê xwe girtibû û ber bi selametîyê ve dibir.”
Abdussamed Yalçin di berdewama axavtina xwe de derheqê ehemmîyet û lazimatîya Melayê Cizîrî di nav Kurdan de anît ziman û got, “Di roja me ya îro de jî em Kurd dîsa pêwistîya me bi du tiştan heye. Ez dixwazim bala we bikşînim li ser wan herduyan. Yek ziman e. Çîmkî zimanê Kurdî di nav dîsîplînekî de nehatîye muhafezekirin û hêna jî nayê muhafezekirin. Ji midexeleyan re vekirî ye. Di hinek xalan de zimanê me ji rihên xwe, ji rihên qewmên xwe dûr dikeve. A diduyan, têgihîştin û fikr û felsefeya ku jiyana aştîya komeleyetî li ser tê avakirin. Mela, bi jiyan û berhemên xwe bûye çareserîya van herdu xalan. Em baş dizanin ku ziman bi xwe re mefkûreyê jî hildigire, felsefeyê jî hildigire, marîfetê jî hildigire. Ziman û fikr, ziman û felsefe wek goşt û nenûk in, ji hev nayên veqetandin.”
“Mela bi hemû kevneşopîyên rewşenbirîya Îslamî re, bi hemû mîrasên fikra Îslamî re eleqe kirîye”
Edîtor Abdussamed Yalçin li ser ziman û fikra Melayê Cizîrî de jî axivî û îfade kir ku fikr û zimanê Mela bi seranserî bi zimaneke Îslamî bûye.
“Zimanê Mela çi bû? Felsefeya wî çi bû? Mela bi hemû kevneşopîyên rewşenbirîya Îslamî re, bi hemû mîrasên fikra Îslamî re eleqe kirîye. Bes ji vana ji tesewwûfê zêdetir hemhal bûye. Ji ber vê şexsîyeta wî ya fikrî tesewwûf e. Xwe bi zimanê tesewwûfê daye îfadekirin. Zimanê tesewwûfê bi zimanê şiîrê re mezc kirîye û uslûbeke xas anîye vicudê. Bi saya tesewwûfê ziman û çanda Kurdî pêşve çûye û geş bûye. Li ser zimanê tesewwûfê toximê çanda eşqê di nav me de hatîye avêtin. Hezkirin û eşqa mexlûq ji xaliq re, û dîsa hezkirina evdan ji evdan re, hezkirina evdan ji mexlûqên din re belav bûye. Bi vî rengî civakeke ku havênê wê eşq û muhabbete hatîye vicûdê. Em dikarin bibêjin ku vê beyta wî her tiştî ji me re zelal dike: ‘Aşiq Ew e, dîlber Ew e, Zahir Ew e, Mezher Ew e, Ruh û beden, gewher Ew e di her şahidek dûrdane da.’”
“Pêwistîya Kurdan her bi Mela heye, lazim e lê bizivire”
Yalçin, destnîşan kir ku êdî dewr bûye dewrekî modern ji ber vê yekê divê ew rihê zimanê di Mela de heye ji bîr nekin û wî ruhê mihafeze bikin.
“Qern û zeman derbas bûn. Dewrek hat girtin û yeke din dest pê kir, êdî em ketin dewra modern. Dema ku klasîka ber bi şiîra modern ve ber bi edebîyata modern ve em biçin. Hem li rûyê ziman hem li rûyê fikrî marîfetê ew ruhê ku di zimanê Mela de heye em ji bîr nekin û wî ruhê muhafeze bikin. Çîmkî dewra Mela derbas bûbe jî, sitêrka wî li asîmanê me hêna jî wek roja ewil dibiriqîne. Sebeb çi dibe bila bibe, însanê me yê ku îro berê wî ji Mela hatibe zivirandin, pêwistîya wî her bi Mela heye, lazim e lê bizivire. Çîmkî tiştê ku em lê digerin di zimanê wî de ye, di berhemên wî de ne. Mela, di her demê de wek sitêrkên di asîmanê marîfetê de dibiriqandîye tu caran netefîyaye. Bes em jê xafil bûne. Bi tesîra cereyanên menfî, me wî bi heqî neşopandîye.”
Yalçin di dawîya axavtina xwe de qala sebeb û ehemmîyeta vê bernameyê kir û got:
“De îja çima pêwistîya me bi vê bernameyê heye, bernameya bîr anîna Melayê Cizîrî, di vir de xwe dide nîşandan. Reîsûşûara, Şêxê Cizîrê, dema ku diwxaze berê me bide behra marîfetê bala me dikşîne bi bal xwe ve. Çi dibêje: ‘Sed nîl û Firat dirêje qelbê me lê, pênehisîn qulzem û deryayim ez.’ Yanê bi sedan çemê marîfetê wek Nîl û Firat dirêjin qelbê min, lê ez bi wan nahesim jî çîmkî ez di marîfetê de wek qulzem û behrê me û serî û binî jê re tineye. Dîsa ji bona ku dighêjtina marîfetê de em Kurd zehmetîyê nekşînin, bi zimanê xwe,î bi tebîetê xwe em pêşde herin û ku em zanibin alim û şairên me jî sitêrkên asîmanên marîfeta alemîn e şîreata li me dike.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.