El-Hindî: Bêçekkirina berxwedanê ne mimkûn e
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî Muhammed el-Hindî, diyar kir ku komên berxwedanê yên Filistînî ew ê tu carî bêçekbûnê qebûl nekin û îddîayên ku dibêjin peymana agirbestê bendên veşartî dihewîne red kir.
El-Hindî tekez kir ku komên berxwedanê yên Filistînî bêçekbûnê qebûl nakin û ew ê li hember tehdîdên bêçekbûna bi darê zorê serî netewînin.
Di daxuyaniya xwe de, el-Hindi tekez kir ku di peymana agirbestê de ti bendên veşartî tune ne û ev gotegotên ku ji hêla îşxalkeran ve hatine belavkirin "tenê gotegotên ku armanc dikin ji wezîfeyên xwe dûr bikevin" (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.