Emrîka, baca gumrukê ya ku ji Çînê re dabû derxist asta ji sedî 145an
Serokê Emrîkayê Donald Trump, baca ku ji Çînê re tetbîq dikir carekî dinê jî zêde kir, baca gumrukê ya Pekînê ji sedî 125an derxist sedî 145an.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, baca ku ji Çînê re tetbîq dikir carekî dinê jî zêde kir.
Trump ku herî dawîn diyar kir pileya bacê ji sedî 125 e, niha jî derxist ji sedî 145an.
Wezareta Hezîne ya Çînê, ji biryara hemberîdanê re îmze avêt û îfade kir ku ew ê ji malên Emrîkayê re tarîfeyên îlawe tetbîq bikin.
Di daxuyanîya wezaretê de hat destnîşankirin ku ew ê ji malên Emrîkayê îlaweten ji sedî 84 dîsa zêdekirin bê kirin.
Çîn, di daxuyanîya ku berî vêya kiribû de îfade kiribû ku ew ê ev pile wek ji sedî 34 be. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.