
Emrîka ji qirkirina Xezzeyê re destekek mezin da: Wê qîyamet rabe
Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt, îfade kir ku rejima sîyonîst di warê êrîşên li dijî Xezzeyê de bi Emrîkayê re şêwir kirîye û biryara erê ya Qesra Spî standîye, û got ku “Ew ê qîyamet rabe.”
Rejima sîyonîst, li dijî Xezzeyê qirkirineke mezin da destpêkirin.
Di êrîşên asîmanî û topbaranên ku hatin kirin de, bi taybetî piranîya wan zarok û pîrek gelek Filistînî şehîd bûn.
Di van şehîdan de zarok, jin û pitik jî di nav de herî kêm 320 Filistînî şehîd bûn, bi sedan mirov jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku hinek birîndar hêna jî di bin kavilan de ne.
Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt ji Fox Newsê re axivî, di axavtina xwe de destnîşan kir ku rejima sîyonîst di warê êrîşên li dijî Xezzeyê de bi Emrîkayê re şêwir kirîye û berîya xerakirina agirbestê biryara erê ya Qesra Spî standîye.
Leavitt, di axavtina xwe de îfadeya “Ew ê qîyamet rabe” bikar anît û ragihand ku Emrîka berîya êrîşê haya wî jê hebûye. Û bireveberîya Trumpê jî hemû destekê dide sîyonîstan.
Hikûmeta Emrîkayê, desteka xwe ya leşkerî û dîplomatîkî ya ku ji rejima sîyonîst re dide zêde kir û çavên xwe ji qirkirina ku li Xezzeyê tê kirin re digire. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.